Gordexme an jî Goristana Kevirîn a Sîrafê
Gordexmeyên Sîrafê an jî Goristana Kevirîn a Sîrafê ji şûnwarên neteweyî yên Îranê li parêzgeha Bûşêhrê ye ku sala 1381ê ya Koça Hetawî bi hejmara 6502 hatiye tomarkirin.
Ev şûnwarê ayîdî serdema desthilatdariya Sasanîyan, wek desthilata herî dawî beriya êrîşa ereban ser Îranê ye.
Gordexmeyên (Çaviyên kevirîn) li Goristana Sîrafê ji destpêkê va bo vê mebestê nehatine çêkirin. Ev gor wek çavî û çalikan in ku li ser latên Geliyê Lîrê û zinarên Sîrafê hatine kolandin û armanca seretayî ya çêkirina wan, ji bo komkirina avê bûye.
Li nav van çaviyan rûkeşek ji Sarûcê tê dîtin ku pêşî li delîn û derbasbûna avê digire. Di rastiyê da ava kombûyî li nav wan derbasî axê nabe û dimîne.
Piştra ev çavî wek gorên miriyan hatine bikaranîn. Dirêjahiya çaviyan zêdetirî 2 mitran û panatiya wan jî nîv mitr e. Kûrahiya wan jî pirranî nîv mitr e.
Gelek çavî li cihên cûrbicûr ên zinaran tên dîtin ku hinek ji wan li bilindahiyê ne. Ev çavî ji bo ku balende baştir meytên miriyan bi dest bixin hatine klandin.
Gordexmeyên Sîrafê li goristana kevirîn a Sîrafê wek Goristana misilmanan jî hatine bikaranîn. Hejmareke gorên misilmanan jî li vê goristanê tên dîtin ku ayetên Quranê li ser wan hatine nivîsî.