Cûreyeke ciyawaz a Minîkan ji aliyê lêkolerên îranî va hat tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i340410-cûreyeke_ciyawaz_a_minîkan_ji_aliyê_lêkolerên_îranî_va_hat_tomarkirin
Lêkolerên îranî cûreyeke ciyawaz a Minîkan keşf û tomar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2023 13:35 Asia/Tehran
  • Cûreyeke ciyawaz a Minîkan ji aliyê lêkolerên îranî va hat tomarkirin

Lêkolerên îranî cûreyeke ciyawaz a Minîkan keşf û tomar kirin.

Li gorî rapora Mehr News’ê, Lêkolerên Zanîngeha Şehîd Çemran a Ehwazê, parêzgeha Xûzistanê (başûrê Îranê), di dema vwkolîna fonestîk li ser minîkên malbata ‘Noctuidae’yê li parêzgeha Xûzistanê, cûreyeke minîkan tomar kirin ku ji bo cîhana zanistê tiştekî nû ye.

Ji ber vê yekê ev cûreya ciyawaz a minîkan wek Mal-Aqayî (Leptologia malaqai) hat binavkirin û encama lêkolînê li kovareke derveyî hat weşandin.

Navçeya Mal-Aqa’yê li bintara Çiyayê Mongeştê li rêzeçiyayên Zagrosê ye û wek cihekî balkêş ji bo geştyariyê tê zanîn.

Li vê navçeyê Darên Berûyê (Darberû) bi berfirehî şîn dibin.