Adar 04, 2023 15:32 Asia/Tehran
  • Kevnarenasî | Rêbihurkeke nihênî li Pîramîdên Misrê hat keşfkirin

Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê qala keşfkirina rêbihurkeke nihênî bi dirêjahiya 9 mitran li pîramîdên vî welatî kir.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Li gorî ragihandina Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê, rêbihurkeke nihênî ya bi dirêjahiya 9 mitran li nêzikî têketingeha sereke ya Pîramîda mezin a 4500 salî ya Cîzeyê ji aliyê lêkoleran va hatiye keşfkirin ku  dikare bibe sebeba derketina encamên zêdetir.

Li gorî ragihandina Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê, keşfa nû li nav Pîramîda Cîze’yê wek bînaya herî dawî ji heft bînayên sosret ên cîhana kevnar ku hîn jî bi cih maye, di pêvajoya cihanîna projeyekê bi navê “Skena Pîramîdan” da pêk  hatiye.

Projeya Skena Pîramîdan ku sala 2015an dest pê bû, teknolojiya Termografîya Jêrsor, Şibihandina Sêrehendî û Wênekişandin bi Tîrêja Keyhanî ji bo dîtina hundirê vê bînayê bi kar tîne.

Lêkoler bawer in ev keşf dikare zanista derbarê çawanîya çêkirina van pîramîdan aşkira bike. Pîramîda Cîze’yê derdora 2560 sal beriya jidayîkbûna Hezretê Îsa (S), di serdema hukimdariya Fir’ewn Xufu (Khufu) yan Kheops (bi yûnanî) wek  mezargeh û bînaya bîranînê hat çêkirin.

Ev bîna ku di esl da bi bilindahiya 146 mitran hatibû çêkirin, niha 139 mitr bilindahiya wê ye û heta beriya çêkirina Birca Îfêlê li Parîsê di sala 1889an da wek bînaya herî bilind a çêkirî bi destê mirov dihat zanîn.

 

 

Serepeyv