Sibat 26, 2023 13:28 Asia/Tehran
  • Tenduristî | Qirêjîya hewa û bandora wê li ser asta çirratîya hestîyan

Lêkolîna nû nîşan dide têkiliyeke xurt lê nîgeranker di navbera qirêjîya hewa û jidestçûna bilez a çirratîya hestiyan ji ber kêşeya pûkebûna hestiyan anku ‘osteoporoz’ê (Osteoporosis) da heye.

Metirsîya pûkebûna hestîyan bi jordaçûna temen zêdetir dibe û diyarbûna vê kêşeyê nemaze li nav jinên extiyar gelekî zêdetir e.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Lêkoleran di vê lêkolînê di heyama 6 salan da daneyên têkildarî çirratîya madeyên madenî li nav hestiyên 9041 jinên extîyar vekolandin û tê gihîştin ku bi zêdebûna qirêjîyê, asta çirratîya madeyên madenî li nav  hestiyên hemî deverên bedenê, ji wan li ustî, mora piştî û qorik anku Pelvîsê li bedena jinan dadikeve.

“Dîdîr Prada” zanyarê Biyomedîkal li Zanîngeha Columbia’yê û ji lêkolerên vê projeyê wiha dibêje: “Encamên ku me bi dest xistine piştrast dikin ku hewayê qirêj ji ber sebebên civakî-aborî an gelheyê, hokareke metirsîdar di daketina asta  çirratîya hestiyan da be.”

“Andrea Baccarelli” pisporê Epîgenetîk li Zanîngeha Columbia’yê jî dibêje: “Baştirbûna asta paqijîya hewa, bi taybet kêmtirbûna oksîdên Nîtrojenê, zirar û ziyanên li hestîyan li jinên mezintir ji temenê zarokanînê kêm dike, pêşî li şikestina  hestiyan digire û lêçûnên tenduristiyê yên têkildarî pûkebûn û kêmbûna hestîyan jî kêmtir dike.”

Di vê lêkolînê da hat diyarkirin ku oksîdên Nîtrojenê wek hokarên sereke di kêşeyên têkildarî hestîyan in û mora piştê yek ji wan deverên bedenê ye ku herî zêde tûşî vê kêşeyê dibe.”

 

Serepeyv