Sibat 24, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • Kêmbûna gelheya kêzikan û bandora wê li ser berhemanîna xwaremeniyan

Encamên lêkolînên hevpar ên Almanya û Fînlandê nîşan da kêmbûna zehf a cûreyên Kêzikên Tozbelavker dikare bandor li berhemanîna nebat û xwaremenîyan bike.

Li gorî rapora IRNA’yê, Di lêkolîneke nû da lêkolerên Zanîngeha “Martin-Luther Halle-Wittenberg” a Almanyayê û Navenda Lêkolînên Jîngehê ya “Helmholtz”ê li Fînlandê ragihandin, gelek gîya ji bo jinûva-şînbûn û zêdebûnê hewcedarî  tozbelavkerên weke moz, minîk an mêşan in da ku tozên gîyayan anku pirtikên li ser gul û kulîlkên gîyayan ji gîyayeykî vediguhezînin gîyayên din.

Ev mijar ne tenê ji bo gulên bejî, belkî ji bo sê ji çar nebatên tên xwarin jî bi vî rengî ye.

Di vî halî da, dane û zanyariyên berhevkirî di 100 salên dawî li bakurê Fînlandê nîşan dide ku cûreyên “Kêzikên Tozbelavker” (Pollinating insects) ji ber guherînên keşûhewayê gelekî kêm bûne û ev guhertin bi taybet li nîveka bakurî ya Erdê û  deverên nêzikî Cemsera Bakur zêdetir e.

Lêkoleran di navbera sala 1895 heta 1900î li nêzikî gundê Kîtîlayê di 120 kîlomitriya Xolgeha Arktîkê anku ‘Arctic Circle’ ev mijar ku kîjan kêzik û çend caran berê xwe dide kîjan gîyayî vekolandin.

Lêkoler tê gihîştin ku peywendiyên bingehîn di navbera gîya û kêzikan li Xolgeha Arktîkê gelekî hatiye guhertin û rêjeya Tozbelavkerên Pispor bi awayekî nehevseng daketiye.

Li gorî gotina lêkoleran, ev yek dibe ku dûhatên nerênî li ser belavkirin û veguhestina toz û pirtikên gul û gîyayan bike, ji ber ku tozbelavkerên pispor bibandortir ji yên ji rêzê ne. Ev tê vê wateyê ku gîyayên xwecihî ku girêdayî bi kêzikên pispor  in, muhtemel e ku kêmtir bikarin xwe zêde bikin.

Di pêşerojeke nêzik da, keşûhewaya Fînlandê dibe ku heta ji bo mêşan jî ne guncan be; mêşên ku niha rolek girtine ustiyê xwe ku bi awayê xwezayî li ser ustiyê bizûz û mirgan, her wiha ‘Mêşên Gulan’ (flower flies) bû.

 

Serepeyv