Sibat 10, 2023 16:17 Asia/Tehran
  •  NY’yê li ser zêdebûna Sûper-bakterîyên Berxwedêr li hemberî dermanan hişyar da

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê zêdebûna Sûper-bakterîyên Berxwedêr li hemberî dermanan li cîhanê hişyarî da.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporekê da ragihand, hin şehedî hene ku nîşan didin jîngehê roleke esasî di berfirehkirin, veguhestin û xurtkirina Berxwedana Dijemîkrobî anku “Antimicrobial resistance” (AMR) heye; ev berxwedan di demekê da diqewime ku berxwedana mîkro-organîzmine mîna Bakterî, Vîrûs, Engel an Kuvarikan li hemberî dermanên dijemîkrobî zêde dibe.

NY derdora miliyonek û du sed û heftê mirinên sala 2019an rasterast bi îltihab û enfeksyonên berxwedêr li hemberî dermanan va girêdide.

NY’yê hişyarî da ku dibe ku sûper-bakterî heta sala 2050î bibin sebeba mirina 10 miliyon mirovî.

NY’yê ragihand: “Kêmkirina qirêjî û gemariyan di warê berhemanîna dermanan û berhemên çandiniyê da ji bo têkoşîna dijî zêdebûna Sûper-bakterîyên Berxwedêr li hemberî dermabab karekî pêwîst e.”

Gerçî ku bikaranîna zêdebarî ya Antîbiyotîkan wek hokareke girîng di pêkanîna berxwedana li hemberî dewa û dermanan tê hesibandin, lê rapora NY’yê radigihîne ku hokarine mîna guherînên keşûhewayê, jinavçûna Cihêrengiya Biyolojîk û çavkaniyên sirûştî, her wiha qirêjiyên jîngehê û zêdebûna zibil û bermahîkan bandora rasterast di çêbûn û zêdebûna Sûper-bakterîyên Berxwedêr li hemberî dermanan hene.

Qirêjî û gemarî nemaze yên têkildarî pîşeyên dermançêkirin û çandiniyê dibin sebeb ku dijemîkrob bi rêya çeman derbasî nav jîngehê bibin.

 

Serepeyv