Sibat 09, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Lêkolerên Royan’ê modeleke nû ji bo pêderxistina Kansera Memikan dan nasandin

Lêkolerên Lêkolîngeha Royan’ê ya Cîhada Zanîngehî û Zanîngeha Şehîd Bihiştî di lêkolînekê da, modeleke pêderxistin û teşxîsê ya potensiyel ji bo pêderxistina pêşwext a Kansera Memikan (Breast Cancer) dane nasandin.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Çarşemiyê, “micro RNA”yên heyî li nav xwînê biyomarkerine guncan ji bo pêderxistina pêşwext a kanserê ne; ji ber ku anegorî proteyînan, formasyon û pêkhateya wan sade ye û şêwaza wan a diyarkirinê di her  şeklekê da taybet û ciyawaz e; ev “micro RNA” li nav şilemeniyên bedenê weke sêrum, plasma yan xwîna tam, mayînde ne û şopandin û pîvandina wan hêsan e.

Dr. “Mehmûd Telxabî”, “Zehra Şerîfî” û Dr. “Sara Talê’ Ehmed” ji Zanîngeha Şehîd Bihiştî û Lêkolîngeha Royan’ê ya Cîhada Zanîngehî bi armanca peydakirina micro RNA’yên guncan ji bo pêderxistina pêşwext a Kansera Memikan, di lêkolînekê da  dane û zanyariyên heyî derbarê micro RNA’yan li nav sêruma xwîna nexweşên tûşbûyî bi Kansera Memikan û kesên tendurist bi hev ra qiyas kirin.

Encamên vê lêkolînê, hebûna 6 micro RNA’yan ku dikarin ji bo pêderxistina pêşwext a Kansera Memikan bên bikaranîn, nîşan da. Bi vekolandina zêdetir a dane û zanyariyan, lêkoleran du modelên nû ji bo pêderxistina pêşwext a Kansera  Memikan raber kirin: Modela yekem Şopandina Hevdem a miR-92a-3p, miR-23b-3p, miR-191-5p û Modela duyem şopandina hevdem a miR-92a-3p, miR-23b-3p, miR-141-3p û miR-590-5p ye.

Bi vekolandin û berhevdanîna daneyên zêdetir û naskirina şêwazên sereke yên pêkhatina Kansera Memikan, vê lêkolînê nîşan da ku modela yekem bi hesasiyeta 0,89 û 0,96 ji pêderxistina taybet, şêwaza herî baş ji bo pêderxistina pêşwext a  Kansera Memikan e.

Encamên vê lêkolînê di kovara navneteweyî ya “Scientific Reports”ê da hatine weşandin.

Kansera herî berbelav û nasyar li cîhanê Kansera Memikan e ku her sal nêzikî 2 miliyon û 300 hezar kes tûşî wê dibin û hegera herî girîng a mirina têkildarî kanserê li nav jinan e.

 

Serepeyv