Sibat 08, 2023 15:53 Asia/Tehran
  • Zanist û Teknolojî | “Robotên Boriyê” pêşî li delîn û xisarbûna avê digirin

Nifşeke nû ya robotan ji bo pêşîgirtin li delîna li boriyên veguhestina avê dibin alîkar.

Navendeke lêkolînên zanîngehî li Inglîzê bi hevkariya pîşeya avê nifşeke nû ya robotên hişmend ên biçûk ji bo gerriyana li nav boriyên avê bi mebesta naskirina cihên derizînê û pêşîgirtin li qeliştin û xisarbûna avê çê dike.

Li gorî rapora IRNA’yê, Xisarbûn û hêreçûna avê bi rêya delîna boriyên veguhestinê ji wan pirsgirêkan e ku gelek welatên cîhanê kêm-zêde tûşî wê dibin. Girîngiya parastina çavkaniyên binirx ên ava şîrîn a safîkirî heta radeyekê ye ku heta li  welatên bi rêjeya zêde ya barînê mîna Inglîzê jî berpirsên têkildar li dû rêyên nû ji bo pêşîgirtin li xisarbûna avê li şebekeya belavkirin û veguhestina avê ne.

Kanala BBC’yê di vî warî da ji zarê Rêxistina Eyarkirina Rêzikên Pîşeya Avê ya vî welatî nasyar bi Ofwat’ê ragihand ku her roj derdora sê miliyar lîtr av bi rêla delînê li bi bi sedan hezar kîlometr boriyên veguhestina avê li Inglîz û Welzê xisdar  dibe.

Ji ber vê yekê, mihendisan robotên mîniyatorî (biçûk) ji bo gerriyana li nav boriyên avê û lêgerîna ji bo peydakirina cihên berziyan û pêşîgirtin li delîna avê çê kirine. Saziya çalak di warê avê da nasyar bi “Water UK”yê jî ragihandiye ku  kompaniyên çalak di vî warî da niha bi miliyaran pondî ji bo pêşîlêgirtin û çareserkirina delîna avê sermayeguzarî dikin. Delîna avê pirsgirêkeke nasyar li Inglîzê ye.

Ev robotên nifşa nû bi navê Robotên Boriyê (Pipebots) robotine mîniyatorî û biçûk ên herrikbar in ku hin kamerayan wek çav û piyên taybet bi kar tînin. Ev robot li nav boriyan digerin û bi saya van kamerayan qelaş û derizînên li nav boriyan ku  mumkin e bibin sebeba delîn û xisarbûna avê, tê derdixin.

Pisporekî van robotan ku mezinahiya wan wek pêlîstokeke zarokan e, dibêje: “Ev robot di dirêjahiya boriyê da pêş da diçin û wêneyan dikişînin; her wiha mîkrofonek li ser van robotan heye ku dengê di nav boriyê da guhdarî dikin.”

Pisporekî din ji Zanîngeha Leeds’ê dibêje: “Kêşeya herî mezin ji bo van Robotên Boriyê meseleya têkilîdanîna bi wan ra ye; li bin Erdê ‘GPS’ (Pergala Peydakirina Cih) tune. Vêca ev robot di navbirên kurt da bi rêya deng an WiFi’yê digel hevûdu  têkilî digirin.”

 

 

Serepeyv