Çile 30, 2023 10:59 Asia/Tehran
  • Guherînên Keşûhewayê | Zêdetirî sê yekê “Pişikên Erdê” li Amazonê ji nav çûne

Encamên lêkolîneke nû nîşan didin ku Daristanên Baranî* (Rainforest) yên Amazonê gelekî zêdetir ji asta ku zanyaran pêştir texmîn dikirin, ji nav çûne.

Guherînên keşûhewayê yên ji ber çalakiyên însanî bûne sebeba germtirbûna Erdê, rabûna asta ava deryayan, qewimîna şewat û agirpêketinê, bahoz, lehî û laser, hezaz û bûyerên din.

Li gorî rapora malpera Week’ê, Ev nivîsar ji aliyê komeke navneteweyî ya pêkhatî ji 35 zanyar û lêkoleran ji enstîtûyên weke Zanîngeha Campinas’ê ya Brezîlê (UniCamp), Enstîtûya Lêkolînên Jîngeha Amazonê, Enstîtûya Neteweyî ya Lêkolînên  Fezayî û Zanîngeha Lancaster’ê ya Brîtanyayê va hatiye amadekirin.

Encamên vê lêkolîna nû nîşan didin ku sedî 38 ji rûbera daristanên mayî yên Amazonê bi awayekî ketine bin bandora destwerdana însanî.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) vê dawiyê ragihandiye ku vê demê nêzikî nîvê gelheya cîhanê li kewşeneke xeternak ji hêla keşûhewayê ne. Li ser vê esasê, îhtimala mirina ji ber guherînên keşûhewayê weke germahiya zehf, lehî û hişkesalê  15 qat zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye, Daristanên Baranî anku “Rainforest” ew daristan in ku rêjeya barîna baranê li wan gelekî zêde ye. Li gorî vê danasînê, asta herî kêm a barîna salane li daristaneke baranî ji 1750 heta 2000 Mîlîmitrî ye.

Daristanên Amazonê ji ber berfirehiya wan û asta oksîjena ku berhem tînin, wek “Pişikên Erdê” tên naskirin.

 

Serepeyv