Çile 14, 2023 15:03 Asia/Tehran
  • Bombeyên Navokî yên wendabûyî; Xefikên ku ti kes cihê wan nizane

Amerîkayê herî kêm sê bombe wenda kirine ku ti wextî nehatine dîtin. Ev bombe hîn jî li cihekî ne; lê li ku? Çawa ev yek qewimiye? Ev bombe dikarin li ku bin? Gelo ew ê rojekê bên peydakirin?

Malpera Beşa farisî ya Kanala BBC'yê di raporeke bilind a bûyer û rûdanên têkildarî wendabûna çek û bombeyên navokî bi awayekî hûr û kûr şirove kirine. Di beşeke vê nivîsara bilind da hatiye:

Di 17ê Çileya 1966an da saet di derdora 10:30î da ravçîyekî meygûyan spanyayî dît ku pakêteke sipî ya qurmiçandî ji asimên ket xwarê û bêdeng ber bi Deryaya Alboranê va çû. Tiştek di binê pakêtê da daleqandî bû; lê wî nedikarî tê derxe bê ka ew çi ye. Piştra di nava avê da noqm bû.

Heman demê, li navenda masîgirtinê ya Palomaresê li nêzikî wî cihî, niştecihên xwecihî li asimên temaşe dikirin û dîmeneke gelekî ciyawaz ket ber çavê wan - du topên agirîn ên ezamet bilez ber bi wan va dihatin. Di çend kêliyan da bêdengiya li wê navendê têk çû. Xanî û avahî hejiyan. Tîr û gulleyan erd qelaştin. Parçeyên bedena mirovan li ser erdê belav bûn.

Ev çend hefte bûn ku rojnameyên seranserî cîhanê hin gotegot derbarê bûyereke wehşetnak belav dikirin; du balefirên şêrr ên Amerîkayê li asimên li hev ketibûn û çar bombeyên germahî-navokî yên B-28'ê li Palomaresê ketibûn xwarê. Sê hebên wan bilez li nav bejahiyê hatin dîtin, lê yeke wan di nav avên başûrê rojhilat da wenda bû. Bombeya ku kumikeke 1.1 Megaton bi hêza teqandinê ya 11000000 ton TNT'yê pê va bû.

Tê gotin, bombeyên wendabûyî li Palomaresê 3,2 Kîlogram Plutonyûm li xwezayê belav kirine.

Di rastiyê da bûyera Palomaresê tenha babeta wendabûna çekeke navokî nîne. Ji sala 1950î va herî 32 babetên bûyera nasyar bi "Peykana Şikestî" qewimîne - Bûyerên ku di wan da şopa vê çeka wêranker û erdrûxîner hebûye. Lê sê bombeyên Amerîkayê bi tevahî wenda bûne - ku hîn jî li cihekî ne û li qopî, zevî û oqyanûsan li seranserî vê gerestêrkê bûne xefikek li dijî jiyana mirovan.

Ji aliyê din va, raboriya atomî ya Yekîtiya Soviyetê jî gelekî nexuya û nediyar e - vî welatî heta sala 1986an ser hev da 45 hezar çekên navokî zimhêr kiribûn. Hin babetên naskirî hene ku bombeyên navokî yên vî welatî wenda bûne û ti wextî jî nehatine peydakirin; lê berovajî Amerîkayê, tevahiya wan li Gemiyên Binavî qewimîne û cihê wan her çend ku liberdest nebe, diyar e.

Yek ji van bûyeran di 8ê Nîsana 1970î da qewimî. Di vê bûyerê da şewatek li pergala guherîna hewa ya Gemiyeke Binavî ya Navokî ya cûreya K-8'ê ya Soviyetê li Kendava Bîskayê (Biscay) derket. Kendava Bîskayê zîvaleke deryayî ya bitalûke li bakurê rojhilatê Oqyanûsa Atlantîkê li nêzikî perravên Spanya û Fransayê ye ku bi bahoz û bagerên giran nasyar e û gelek gemî tê da noqm bûne. Ev gemiya binavî anku K-8 çar Ejderên Navokî (Torpedo) pê va hebûn û bi noqmbûna wê, barê wê yê radyo-ektîv jî di kûrahiya avê da noqm bû.

Sala 1968an gemiyeke binavî ya ji cûreya K-129'ê ya Soviyetê hevrê digel sê mûşekên navokî bi awayekî sirrbar li Oqyanûsa Aram (Pasîfîk) li bakurê rojavayê Hawayîyê noqmî bû.

Hin bûyer ewqasî serhejîner û gêjker in ku dibê qey kesekî jixwe çîrokek çê kiribe

Yek ji van bûyerên herî sosret demekê qewimî ku di sala 1965an da manovreke fêrkiriya leşkerî li ser girdûman anku erşeya Keştiya Şêrr a USS Ticonderoga'yê tûşî pirsgirêkê bû. Balefireke şêrr a cûreya  SkyHawk AI A4'ê ku bombeyeke navokî ya B-43'ê pê va bû ji bo siwarkirina li ser balefirberê dihat rakêşkirin. Personelên li ser girdûmanê derdem pê hesiyan ku tiştek nemaye balefir bikeve û destê xwe ji balefirvên ra hejmadin ku frena balefirê bikişîne. Lê balefirvan pê nehesiya û tevî balefir û çekên pêvekirî li nav Deryaya Fîlîpînê wenda bû. Ew heta roja îro di kûrahiya 4900 metrî ya derdora giraveke Japonê da ne.

Di rapora BBC'yê da qala çend bûyerên din ên bi vî awayî ên girêdayî bi welatên cûr bi cûr û li deverên ciyawaz hatiye kirin.

Geoffrey Lewis Rêveberê Bernameya Qedexekirina Berfirehkirina çekên Navokî yên Asyaya Rojhilat li Navenda Lêkolînên Qedexetiya Berfirehkirinê ya James Martin li Kalîfornyayê amaje bi lîsteyeke bilind ji rûdanên bi vî rengî dike û dibêje: "Herî zêde haya me ji babetên amerîkî heye."

Ew dibêje, ev lîsteya tam tenê demeê aşkira bû ku kurteyek ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê amade kiribû, di dehsaliya 1980î da ji rêzebendiya nihênî derket.

Lewis dibêje: "Me zanyariyeke zêde li ser welatên din tune. Bi rastî em derbarê Brîtanya, Fransa, Rûsiye an Çînê tiştekî nizanin. Loma ez nafikirim ku hesaba me deqîq be."

 

Serepeyv