Kanûn 31, 2022 15:04 Asia/Tehran
  •  Teknolojiya CRISPR'ê li dewsa Transjenîkê; Îran di rêza yekem a navçeyê da

Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Jîneteknolojiyê ya Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomartiya Îranê got: 800 kompaniyên me yên zanistbingeh di warê Jîneteknolojiyê (Biotech) da hene û li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) em li navçeyê ji hêla teknolojî û berhemên jînê di rêza yekem da ye.

 

Mustefa Qani'î Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Jîneteknolojiyê ya Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomartiya Îranê di gotûbêja bi Tasnim News'ê ra got: Yek ji mijarên ku welat gelekî mijûlî wê ye û gelek pereyên biyanî ji welêt derdixe, 'Ewlehiya Xwarinê' ye. Em li welatekî dijîn ku baran lê kêm dibare û di mijara guherînên keşûhewa da ber bi hişkesalîyê va terin; ji hêlekê va jî em dixwazin nifûsê zêde bikin û divê ewlehiya xwarinê di destê me bixwe da be. Li gorî van hemiyan, me çareke ji bilî bikaranîna teknolojiyê di mijarên cûr bi cûr da tune.

Qani'î got: Berpirsyariya me di warê ewlehiya xwarinê da bikaranîna wan teknolojiyan e ku dikarin girêdayîbûna welêt bo derve di warê ewlehiya xwarinê da rakin. Her wiha teknolojiyên bi rêbaza nûjen a jîneteknolojiyan ku dikarin çavkaniyên xwarekê biguherînin û bi raberkirina rêkaran meseleyê çareser bikin.

Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Jîneteknolojiyê ya Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomartiya Îranê derbarê mijara berhemên GMO (Transjenîk) û helwêsta Erkantiya Jîneteknolojiyê di vî warî da got: Dema ku hin gotegot li welatê me li ser mijara berhemên transjenîk pêk hatin, Teknolojiya CRISPR'ê hat ku teknolojiyeke biroj e û êdî ew guherînên nîgeranker tunene. Mihensiya jenetîkê gelekî li ser vê mijarê xebitiye û hewcetî bi helwêsta me nîne; ji ber ku me berê xwe da teknolojiyên nû ku ne ti ziyaneke wan heye û ne jî şik û gumanekê çê dikin.

Wî derbarê amara herî dawî ya berhemên jîneteknolojiyê yên zanistbingeh got: Bername ev bû ku sedî 3 ji bazara jîneteknolojiyê di destê me da bûya, lê ji ber ku Îran sedî 1ê nifûsa cîhanê dihewîne, me diviya sedî 1ê xwe dabîn bikira, niha sedî 0,7 di destê me da ye.

Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Jîneteknolojiyê ya Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomartiya Îranê têkildarî berhemên Jîneteknolojiyê got: Xaleke girîng ev e ku ti dawiyeke van berheman tune û her saetekê berhemeke nû tê raberkirin; xasma dema ku berfirehiya wê weke anzîman ber bi pîşekarî an jî ajel, teyr û tival, canewerên avjî, dermankirin, pêderxistin û hwd va diçe. 800 kompaniyên me hene ku berhemên wan li welêt hatine tomarkirin û li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), em li navçeyê ji hêla teknolojî û berhemên jînê di rêza yekem da ne.

 

Serepeyv