Bi kîta îranî êdî tûşbûyiyên Şêrpenceyê hewcetî bi kemoterapiya nepêwîst tunene
Serkeftina lêkolerên Lêkolîngeha Nexweşiya Şêrpenceyê ya Cîhada Zanîngehê di berhemanîna kîta "Têderxistina hewcetiya bi kemoterapiyê (Chemotherapy) di tûşbûyiyên bi şêrpenceya sîng" derfet ji bo pêşbînîkirina xetera vegera berwext û dereng a nexweşiyê dabîn kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Dr. Ramîn Seramî Firoşanî serokê Lêkolîngeha Nexweşiya Şêrpenceyê ya Cîhada Zanîngehê got: Kîtên ku ji bo têderxistina hewcetiya bi kemoterapiyê li cîhanê hatine çêkirin, di pawana çend kompaniyan li Amerîkaya Bakûr e û lêçûna nirxandina her nimûneyekê bi van kîtan ji derdora 4 heta 5 hezar dolarî ye.
Seramî Firoşanî got: Nexweşên îranî ji bilî lêçûna zehf a ceribandinê, tûşî pirsgirêk û lêçûnên şandina nimûneyê bo derveyî welêt in ku demeke dirêj pêwîst dike; loma ji ber girîngiya demê di pêvajoya dermankirina nexweşên tûşbûyî bi Şêrpenceyê, sînordariyeke gelekî cidî ji bo bikaranîna vê xizmeta têderxistin û teşxîskirinê heye.
Serokê Lêkolîngeha Nexweşiya Şêrpenceyê ya Cîhada Zanîngehê got: Lêkolerên me kariye kîteke bi qabiliyetên kîtên derveyî û heta çêtir ji nimûneya derveyî çê bikin ku niha di qonaxa wergirtina destûrê ji Rêveberiya Cîhazên Bijîşkî ya Wezareta Tenduristiyê ye.
Firoşanî di dewamê da got: Kesên ku meraq dikin dikarin ji bo pêkanîna testê û wergirtina zanyariyên zêdetir di roj û saetên îdarî da digel hevkariyên Koma Jenetîkê ya Lêkolîngeha Nexweşiya Şêrpenceyê ya Cîhada Zanîngehê bikevin têkiliyê.