Cotmeh 21, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Dîmeneke nûwaze ji 'Stûnên Afirandinê' bi rêya Teleskopa James Webb'ê

Teleskopa fezayî ya James Webb'ê ya NASA'yê dîmeneke nûwaze û sipehî ji 'Stûnên Afirandinê' (Pillars of Creation) ku tê da stêrkên nû di nav ewrên givaştî ji gaz û xubarê da çê dibin, qeyd kiriye.

Teleskopa fezayî ya James Webb'ê dîmeneke nûwaze û sipehî bi hûrgiliyên deqîqtir pêka wêneya qeydkirî bi rêya Teleskopa Hubble'ê ya sala 2014an ji Stûnên Afirandinê qeyd kiriye ku tê da stûnên sêhêlî hevrê digel strêkên ku di wêneyên berê da nedihatin dîtin, di nava ewr û xubarê da tên dîtin.

Ewrên sipehî niha di vê wêneyê da aşkiratir û zelaltir tên xuyakirin û stêrkin li derdora wan tên dîtin ku beriya vêya nexuya bûn. NASA dibêje ku gelek ji van stêrkan derdora çend sed hezar sal beriya niha dest bi pêkhatinê kiriye.

 

Serepeyv