Cotmeh 05, 2022 10:21 Asia/Tehran
  •   Di kolandinên Keleha Bidlîsê da bermayinên xaniyan derketin

Di xebatên kolanê yên li Keleha Bidlîsê da bermayînên seramîk, sîke, metal, cam û hestî yên dîroka wan vedigere Serdema Osmaniyan a Dereng û her wiha berateyên xaniyan hatin derxistin.

Li Keleha Bidlîsê ya ku beşeke girîng a bajêr e, xebatên kolandinê yên ku bi îzna Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê û bi serokatiya Midûriyeta Muzeya Xelatê tên kirin didomin.

Di kolandinên ku bi şêwirmendiya zanistî ya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Bidlîsê Erenê Dr. Yunus Emre Karasu ji hêla akademîsyenên pisporên qada xwe va ji sala 2004an vir va tên kirin da berateyên dîroka bajêr ronî dikin tên dîtin.

Li bajarê ku landika gelek şaristaniyan e, di xebatên kolanê yên îsal da berateyên seramîk, sîke, metal, cam û hestî yên dîroka wan vedigere Serdema Osmaniyan a Dereng û her wiha berateyên xaniyan hatin derxistin.

Endamê Hîndekariyê Dr. Karasu diyar kir, wan îsal bi ekîbeke 7 kesî bi vedana du ciyên li bakurê kelehê va dest bi xebatan kir.

Karasu diyar kir ku wan di navbera Hemama Sînan Beh û sûrên başûr ên kelehê da du ciyên 25 metrekareyî vedan û wiha dewam kir, "Xebatên me li vê qadê didomin. Berateyên seramîk û sîke di serî da berateyên metal, cam û hestî û her wiha berateyên xaniyan hatin dîtin. Dîroka van berateyan vedigere Serdema Osmaniyan a Dereng.

Bi xebatên kolanê yên ji 2004an vir va didomin va bi qasî ji sedî 50yî kelehê hat derxistin. Li ciyên mayîn kolan berdewam in. Em ê kolandina îsal heya nîvê cotmehê bidomînin."

Serepeyv