Vedîtina antîfrîzê di bêhngirtokên masiyên Arktîkê de
Zanyaran di lêkolîna xwe ya nû de, pê hesyane ku hin masiyên Arktîkê di nav bêhngirtokên wan de antîfrîz heye.
Li gorî malpera Science Alert, yek ji pirsên ku ev demeke dirêje hişê zanyaran mijûlî xwe kiriye, ew e ku li Arktîkê û sermaya wê ya dijwar çawa hin cureyên heywanan dijîn.
Naha, lêkolîneran bi lêkolîna li avên nêzî Qeşaya Grînlandê ya li Pola Bakur, celebek masî girtin ku laşê wê li hember sir û seqema cemidandinê pir li ber xwe dide.
Li van herêman sira hewayê ji ber hebûna herikîna ava oqyanûsên cemidî digihîje binê sifirê. Sermaya van deveran ew qas zêde ye ku xwîna cureyên masiyan dicemide, yên ku laşê wan ji bo jiyanê li deverên ku avên germtir hene, guncawtir e.
Zanyaran bi ceribandinên li ser RNAya van masiyan û pêvajoya Sekansa genetîka wan, pê hesyan e ku van cureyên masiyan gelek proteînên antî cemidandinê di bêhngirtokên wan de hene, ku bi rastî wekî amûrek antî cemidandinê ji laşê wan re parêzvaniyê dike. Ev keşf li ser cureyekî taybet ê masiyê ku bi navê masiyê helezûnî bi navê zanistî Liparis gibbus tê naskirin, hat kirin.
Li gorî zanyarên ku ev lêkolîn ji bo Zanîngeha City ya New Yorkê kirine, ev proteîn wek madeya antî Cemidînê (antîfrezê) di hundurê otomobîlan tevdigere û nahêle av di radyatorê de bicemide.