Tebax 26, 2025 21:29 Asia/Tehran

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêgîrî kir ku Îran ji bo muzakireya bi ewrûpiyan re amade ye lê divê pêkanîna baweriyê ji her du aliyan be.

Îsmaîl Beqayî, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya almanî ya Zûd Dûwîçê Têsaytong, tekez kir ku Îran amade ye danûstandinan bi Ewropiyan re bidomîne, lê avakirina baweriyê divê du alî be. Di heman demê de, îro li Jênêwê di qonaxa herî hesas a dosyaya navokî de û berî bidawîbûna dema dawî ya Ewropayê ji bo aktîvkirina snapbackê, dewreyeke nû ya danûstandinan di navbera Îran û sê welatên ewropî û Yekîtiya Ewropayê de pêk hat.  Ev danûstandin di asta cîgirên wezîrên karên derve û cîgirê berpirsê siyaseta derve yê YE`yê de, di asta kêliyên herî hestyar ên mijara navokî ya Îranê û aloziyên herêmî de hatin lidarxistin. Hevkariya ajansê yek ji şertên ku van welatan ji bo dirêjkirina dema dawî ya ji bo vegerandina boykotan danîne ye.

Serêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî her wiha di konferansekê de îdia kir ku diyaloga bi Îranê re hîn jî berdewam dike û lêkolerên Ajansê dê vegerin Îranê. Gera yekem a muzakiran di navbera Îran û Ewropiyan de berê li Stenbolê hatibû lidarxistin û aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya şêwirînan û dîtina çareseriyên pratîkî ji bo kêmkirina rageşiyê û vegera ser rêya dîplomasiyê kirin; Hevdîtinên Jênêwê dikarin rêça pêşerojê ya têkiliyên Îran û Ewropayê diyar bikin û asoya vegera li hevhatinên navokî yên berê ronî bikin.

Serepeyv