Beşek din ji hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişiyane Sûriyê
Tebax 26, 2025 22:29 Asia/Tehran
Çavkaniyek ewlehiyê ya payebilind li baregeha leşkerî ya Eyn Esed got ku beşek din ji leşkerên Amerîkî ji Iraqê vekişiyane Sûriyê.
Çavkaniyek ewlehiyê ya payebilind got ku karwanek leşkerên Amerîkî ji baregeha leşkerî ya Eyn Esed li Iraqê vekişiyaye. Çavkaniyê got ku hin leşkerên Amerîkî di hundirê baregeha leşkerî ya li Eyn Esed de mane û biryar e ku di çend qonaxan de derkevin.