Tîrmeh 02, 2022 06:45 Asia/Tehran
  • Bermayiyên keleha Urartuyan a li cihê herî bilind li Wanê hat dîtin

Li Gurpinara navçeya Wanê li ser çiyayê bilindahiya wê 3 hezar û 300 e bermayiyên keleha ku tê gotin ji hêla rêvebirên payebilind ên Urartiyan va hatiye bikaranîn, hatin tesbîtkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu komek hat avakirin ku li navçeyê mekanên dîrokî bên tesbîtkirin û ew ji bo turîzmê bên bikaranîn.

Ekîb bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Muzeyan, Hebûnên Çandî yên Wezareta Çand û Turîzmê û rêberiya çiyagerê pispor Mustafa Bîngol çû Taxa Ormeliyê ya ku 40 kîlomêtro dûrî navçeyê ye.

Ekîba ji arkeolog, antropolog û dîroknasên hunerê tevahî 10 kesan pêk tê piştî rêwîtiyeke 4 saetan hilkişiya Çiyayê Karayê û bermayiyên nû yên kelehê û rêyeke kevn a ji heyama Urartiyan tesbît kir.

Rêyeke qasî kîlomêtroyekî ya ji kevir û xîzê hatiye çêkirin, bermayiyeke dirêjahiya wê 70 mêtro û berayiya wê 30 mêtro hat dîtin. Li vir sarincekeke 7 mêtroyî, gelek bermayiyên ferfûrê û sûrên kelehê hatin tesbîtkirin.

Tê gotin ev der ji hêla rêvebirên payebilind ên Urartiyan va hatiye bikaranîn, di Heyama Hesin da ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye.

 

Serepeyv