Nîsan 23, 2022 00:04 Asia/Tehran
  • Baş e em Roja Erdê nas bikin

Roja 22ê Nîsanê li seranserê cîhanê wek "Roja Erdê" tê naskirin, her çend di destpêkê de ji aliyê kesekî bi navê "Nelson" wek "Perwerdehiya Niştimanî ya Jîngehê" hatibû pêşniyarkirin, lê ji aliyê Koordînatorê Netewî "Dennis Hayes" ve navê vê rojê wek ”Roja Erdê” hat destnîşankirin û ev nav bû navekî navneteweyî.

Armanca vî navî piştgirîkirina ji tedbîrên ku ji bo parastina jîngehê hatine girtin e. Armancên din ên ji bo binavkirina vê rojê wek Roja Cîhanî ya Erdê, alîkarîkirina ji bo çareserkirina krîza guherîna avhewayê, parastina cureyên jînliberên di xetereyê de û teşwîqkirina tevgerên jîngehê û bidawîkirina qirêjiya plastîkî ye.

Bi gelemperî, divê were gotin ku Roja Erdê hem roja spasdariyê ye û hem jî roja nasîn û hişyarbûna derheq gerstêrka erdê ye. Derbarê dîroka Roja Erdê de jî, endamekî Senatoya Amerîkayê got: Yekemîn merasîma Roja Erdê di bihara sala 1970ê de hat lidarxistin, di wê demê de ku hîn  Ajansa Jîngehparêziya Amerîkayê nehatibû avakirin û hîn ti yasayek ji bo karistan û kargehan nehatibû danîn, ku gazên gemarî derdixin." 

Nelson profesorê Zanîngeha Harwardê bû ku yekem car "Roja Erdê" ji bo belavkirina Erdê Paqij pêşniyar kir û di 22ê Avrêla(Nîsana) 1970 de, 20 mîlyon Amerîkî daketin kolanan û li dijî qirêjiya jîngehê slogan avêtin û rewşa jîngehê protesto kirin.

Di Kanûna wê salê de, Kongreya Amerîkayê (EPA) damezrandina saziyek nû ya federal ji bo danîna qanûnan û parastina jîngehê pejirand. Di zagonên ku diviyabû bi vê destûrê bihatana derxistin, Qanûna Avhewaya Paqij, Qanûna Cureyên rehliberên di Tehlûkeya îmhabûnê de û gelek qanûnên din ên hawirdorê hebûn.

Bîst sal şûnda, Roja Erdê bû navneteweyî. Roja îro her sal zêdetirî milyarek kes li 192 welatan beşdarî çalakiyên Roja Erdê dibin. Salê du caran merasîmên Roja Erdê tên lidarxistin, carek li Nîvtopa Bakurê Erdê di biharê de û cara duyemîn li Nîvtopa Başûrê Erdê di payîzê de ku wê demê li vê nîvtopê de demsala biharê derbas dike, ev merasim tên lidarxistin. Ev tê wê wateyê ku Neteweyên Yekbûyî her sal û her biharê li her du nîvtopên erdê, Roja Erdê pîroz dike.

Her sal li 192 welatan zêdetirî milyarek mirov beşdarî çalakiyên Roja Erdê dibin.

Serepeyv