Hegerên jidestdana moralê û rêyên vegerrandina wê
Jidestdana vîn û moralê pirsgirêkeke aloz e ku rola gellek hokaran di pêkhatina wê de heye.
Di van şert û mercan de, berêxwedana li karên hêsan weke xwarin an jî xwemijûlkirinê tenê rewşê xirabtir dike. Lê rêkarine bilez û pratîkî ji bo serkeftina li ser vê rewşê hene.
Hokarên sereke yên têkçûna vîn û moralê:
1 – Qewirîna ji aliyê civakê ve
2 – Berçavnegirtina hewcetiyên leşî
3 – Westiyana mejî ji ber biryardanên berdewam
Rêkarên pratîkî ji bo vegerriyana vîn û moralê:
1 – Qanûna 5 deqe: Soz bide xwe ku tenê 5 deqeyan ji karê têkildar re terxan bikî. Destpêkirina kurt, serkeftina li hember berxwedana zihnî hêsantir dike.
2 – Guherandina hawîrdorê: Rêkûpêkkirina atmosfera kar, çûyîna bo cihekî nû yan belavkirina mûzîkeke aram dikare bibandor be.
3 – Rêbaza Pomodroyê: Pêkanîna kar di navbirên demî yên kurt û diyarkirî de
4 – Pêkanîna karekî xwerû: Weke rêkxistina maseyê, ji bo avakirina hesta pêşketinê
5 – Wênekirina armancê: Nivîsîna armancan û dabeşkirina wan li ser pêngavên biçûk û pratîkî.
6 – Çalakiya leşî: Livdariya fîzîkî bi azadkirina hormona Endrofînê, şert û mercên derûnî baştir dike.
7 – Bikaranîna pêrista sehkirinê (Çêklîst): Pêkanîna karên biçûk û wergirtina xelata zihnî (Dopamîn) bi rêya nîşandarkirina wan.
8 – Hevrêyê berpirsyar: Haydarkirina kesekî pêbawer derbarê bernameyê û bersivdana bo wî, soz û moralê bilindtir dike.