Adar 23, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Sala 2021ê pileya herî bilind a germaya ava oqyanûsan di dîrokê da hat tomarkirin

Ava oqyanûsên cîhanê dikele û pileya germaya wan sal bi sal zêdetir dibe.

Li gorî rapora Guardian'ê, Li gorî lêkolînên nû, di sala 2021ê da pileya herî zêde ya germahiya ava oqyanûsan di dirêjahiya dîrokê da hatiye tomarkirin û ev sala şeşem a lipeyhev e ku ev rekord derbas dibe.

Zanyar dibêjin, germbûna ava oqyanûsan di asta yekem da ji ber qeyranên keşûhewayê yên ku mirov sebeba wan e, pêk hatiye û ev yek bi hêsanî germbûna dinyayê nîşan dide. Ev di halekî da ye ku pileya germaya atmosfera erdê jî berdewam zêde dibe.

Sala derbasbûyî rekoreke pileya germayê ji bo avênheta kûrahiya 2000 mitrî ya oqyanûsan li seranserî cîhanê hat tomarkirin; Ev rekor tevî hebûna taybetmendiyeke klîmayê ya dewreyî ya bi navê "La Niña" hat qeydkirin ku dibe sebeb avên oqyanûsa Atlantîkê hênik bibin. Ev rekora tomarbûyî ya sala 2021ê pileyeke germayê ya jortir ji pileya germaya qeydbûyî di sala 1955an da nîşan dide. Piştî wê, duyemîn sala herî germ ji bo oqyanûsan, sala 2020î bû û sala 2019an ji hêla pileya germayê va kete rêza sêyem.

Li gorî vê nivîsarê, Zêdebûna germahiya ava oqyanpûsan dibe sebeba rabûna bahoz û tûfanan, her wiha barîna baranên guj û ev gişt metirsiya rabûna lehî û laseran zêdetir dikin. Jordaçûna pileya germaya ava oqyanûsan dibe sebeb ku pare-cemedên mezin ên Grînlendê û Cemsera Başûr a erdê - ku sercem di salê da 1 trîliyon cemed ji wan tê veqetandin - bihelin û tev li ava Oqyanûsan bibin; Ev heliyana cemedê, asta ava deryayan tîne jortir.

Ji aliyê din va, ava oqyanûsan derdora sê yekê Diyoksîda Kerbonê ya çêbûyî ji çalakiyên mirovî hildimijîne xwe û ev yek dibe sebeb ku ew asîdî bibin. Ev yek rîfên mircanî ku cihê jiyana çaryekê bûnewerên deryayî yên cîhanê ye û xwareka zêdetir 500 miliyon xelkê cîhanê bi vê rêyê tê dabînkirin, tûşî ziyan û zirarê tîne û her wiha dikarê zirarê bigihîne cûreyên masiyan.

 

 

Serepeyv