Adar 07, 2022 16:55 Asia/Tehran
  • Yekemîn robota dije-înfektekirina Koronayê hat afirandin

Robota Rî'yê dikare balefiran li dijî vîrûsa Koronayê dije-înfekte bike.

Li gorî rapora 361'a Îranê, Di serdema Pandemiya Koronayê da, kompaniyên geştên asimanî neçar bûn ku ji bo pêşîlêgirtina li berfirehbûna vê nexweşiyê, pêvajoya paqijkirinê bi awayekî bihêztir û bibandortir pêk bînin.

Gelek ji kompaniyan teknolojiya strîlîzekirina bihêz weke dije-înfekesiyonên nexweşxaneyî ji bo jinavbirina vîrûsê bi kar anîn.

Tevî vê yekê gelek ji pêvajoyên nû hewcedarê wê ye ku kedkar madeyên kîmyayî yên paqijker bi kar bînin. Ev pêvajo dem dibe û ziyanê digihîne çav û çermê mirov.

Di vê navberê da Start Up'eke teknolojiyê rêkarek ji bo paqijkirinê çêkiriye ku di rastiyê da roboteke xwekar a bi navê Rî ye.

Kompaniya kanadayî ya Aero HygenX robotiya Rî'yê afirandiye ku dikare bi bikaranîna teknolojiya Jora-Binefş, sedî 99,999 patojenan ji nav bibe.

Navê vê teknolojiyê UVC ye û bi jinavbirina DNA'ya bakterî û vîrûsên ku li ser rûvekên tiştan û li hewa ne, dixebite.

Li gorî gotina kompaniya çêker, Rî dikare nexweşiyên weke KOVÎD-19 û Ebolayê jî ji nav bibe.

 

 

 

Serepeyv