Îrana Îro; Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê - Kirman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i329718-Îrana_Îro_mihrîcana_mûzîka_navçeyên_Îranê_kirman
Dora çardehem a Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê êvara Pêncçemiyê 29ê meha Mêhrê bi beşdariya parêzgarê Kirmanê li Baxmûzeya Wezîrî ya vî bajarî xebata xwe dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2021 06:18 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê - Kirman

Dora çardehem a Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê êvara Pêncçemiyê 29ê meha Mêhrê bi beşdariya parêzgarê Kirmanê li Baxmûzeya Wezîrî ya vî bajarî xebata xwe dest pê kir.

Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê bi dirûşmeya "Yekîtî, tevî cihêrengiya qewman" ji 29ê Mêhrê heta 2ê meha Abanê bi awayê bê-rikeberî hat lidarxistin.

Muhemed Elî Miratî, Sekreterê dora çardehem a Mihrîcana mûzîka navçeyên Îranê di vê merasimê da got: Me di vê dora mihrîcanê da hewil da di Keskesorekê da, cihêrengî, yekîtî û pirrengiya mûzîka îranî zindî ragirin.

70 hunermend û 40 hevriyên wan ji qewmên cûr bi cûr bername û mûzîka xwe di heyama 4 rojan da pêşkêş kir.

Di vê merasimê da ji Xan Muhemed Adînepûr, Xudadad Zeng Şahî, Qudretullah Fethî, Aşîq Hesen Skenderî, Hoşeng Kurdistanî, Behram Mêhrbexş û Muhemed Şikarçî wek hunermendên çalak ên mûzîka xwecihî ya Îranê sipasî hat kirin.