Îlon 28, 2025 13:36 Asia/Tehran
  • Taybetmendî û feydeyên pincara Pêrpîneyê

Pêrpîne yan 'purslane' ku wek 'Pelpîne' jî tê naskirin ji pincarên gelekî bi feyde ye. Pêrpîne tijî ye ji madeyên xorakî yên weke vîtamîn û madeyên kanzayî ji wan Vîtamîna A û hesin. Ev pincara tijî ye ji Omêga-3 û taybetmendiyên wê dikarin alîkariyê bidine kêmkirina kêşa leşî û bedewiya post.

Pêrpîne herwiha li zaraveyên Kurdî wek 'Pirpire' û 'Pirpar' jî tê binavkirin û di farisî da bi navên Xorfe, Qolfe û Boxle jî tê naskirin.

Pêrpîne çi ye?

Navê zanistî yê pêrpîneyê 'Portulaca oleracea' ye. Sedî 93ê vî giyayê têrgoşt ji avê çê bûye. Ev pincara xorakî dibe ku wek giyayekî xwecihî li navçeyên Medîteraneyê şîn bûbe, lê roja îro li Ewropa, Asya, Rojhilatê Navîn û Afrîqayê bi pirranî tê bikaranîn. Vê pincarê tameke tirş û hinekî şûr heye û wek spînax û tûzikê (Watercress) ye. Ev pincar li nav baxan û li rex peyarêkan şîn dibe.

 

Bihayê xorakî yê Pêrpîneyê

Bikaranîna pêrpîneyê di pizîşkiya kevn da raboriyeke dirêj heye. Pêrpîne tijî  madeyên xorakî yên cûrbicûr e. Her 100 gram pêrpîne van madeyên xorakî dihewîne: Vîtamînên A û C, Menyezyûm, Potasyûm, Hesin, Kelsyûm. Herwiha pêrpîneyê rêjeyeke hindik ji Vîtamînên B1, B3 û B2, Folat (Esîd Folîk) û fosforê heye. Ya balkêş ev e ku pêrpîne tevî hebûna gişt van madeyên xorakî, tenê 16 kalorî enerjiya xwe heye.

Pêrpîneyê çewriyeke zehf tuneye, lê beşeke berbiçav a çewriya wê di forma Esîdên Çewr ên Omêga-3 ye.

 

Taybetmendî û feydeyên pêrpîneyê ji bo tenduristiyê

1. Alîkarî bo tenduristiya dil

2. Kêmkirina kêşa leşî

3. Alîkarî bo geşekirina zarokan

4. Dermankirina pirsgirêkên pergala mehandina xorakê

5. Parastina çerm

6. Pêşîgirtin li şêrpenceyê

7. Bihêzkirina hêza dîtinê

8. Xurtkirina hestiyan

9. Alîkarî bo geriyana xwînê

10. Pêşîgirtin li krîza mejî û êrîşên dil

 

Pêrpîne ji pincarên pelkesk e ku dikare wek xav an patî were xwarin; vê pincarê tameke xweş û hinekî tirş û şûr heye û ji bo bikaranînê di cûreyên xwarinan da guncaw e. Pêrpîne dikare weke spînax û kahûyê di çêkirina cûreyên selete û sandwîçan, herwiha girar û gêrmîyê were bikaranîn.

 

 

Serepeyv