Cotmeh 13, 2024 17:47 Asia/Tehran
  • Bo yekem car 2 kes di xewê da bi hev ra axivîn!

Bo cara yekem du kesan bi awayekî serkeftî di xewn û xeyala xwe da bi hev ra têkilî danîn.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Du kesan bi awayekî serkeftî 'xeyalên zelal' tecrube kirin û peyameke sade bi alavên çêkirî dan û standin.

Xeyala Zelal diyardeyek e ku tê da kesek dizane ku di rewşa xewndîtinê da ye. Ev xaleke werçerxanê ya dîrokî bû ku ji aliyê lêkolerên Enstîtûya REMspace'ê va hat bidestxistin. Vê lêkolînê nşan da ku Xeyalên Zelal dikarin ber û layên nû yên têkilîdanîn û potensiyelê ji bo mirovahiyê pêk bînin.

Di ceribandina ku roja 24ê Îlonê da pêk hat, beşdar li malên xwe razan û pêlên mejî û datayên din ên ceribandina çend cûre ya xewê yan Polî-Somnografiya wan ji rêya dûr va bi rêya amûreke pêşxistî hatin nirxandin. Dema ku server pê hesiya ku yekem beşdar derbasî xeyaleke zelal (Lucid dream) bûye, peyvek bi awayê çaverênekirî di Zimanê 'Remmyo'yê (zimanek e ku alîkariyê dide têkilîdanînê li xeyala zelal)n da berhem anî û ew bi rêya berguhkê jê ra şand. Beşdarî ew peyv di xeyala xwe da dubare kir û bersiva wî hat qeydkirin û li serverê hat hilgirtin.

Beşdarên din bo heşt deqeyên din xeyaleke zelal dîtin û peyama hilgirtî û xwedankirî di yekem beşdar wergirtin. Beşdarê yekem ew peyv piştî hişyarbûna xwe piştrast kir û vê yekê yekem gotûbêja di xeyalan da nîşan da. Vê ceribandinê bi awayekî serkeftî hema bêje têgehek weke ya ku li Fîlma Telqînê (Inception) hatiye nîşandan, bi dest xist.

 

Serepeyv