Çewtiyên Hişê Çêkirî di Mamografiyê de hatin vekolandin
Hişê Çêkirî wek amûreke hişmend ji bo têderxistin û dermankirina nexweşiyan hatiye naskirin, lê lêkolîneke nû nîşan dide ku ev amûr di xwendina mamografiyên bêjingkirinê da tûşî hin pirsgirêkan dibe.
Li gorî nûçeya IRNAyê, Ev lêkolîn ku ji aliyê Aylîn Zeng (xwendekara Doktoriyê li Zanîngeha Sîdneyê) û hevkarên wê va li Kovara Lêkolîn û Terapiya Şêrpenceyê hatiye çapkirin, bala xwe dide ser çewtiyên Hişê Çêkirî di vî warî da û hewcetiya bi baştirkirin û çavdêriya berdewam berbiçav dike.
Encamên bingehîn
1. Dubarebûna çewtiyan: Lêkolînê nîşan da ku Hişê Çêkirî di rêjeyeke berbiçav a babetan da tûşî çewtiyê dibe; ev yek hewcetiya bi çavdêrî û baştirkirina berdewam berbiçav dike.
2. Cûreyên çewtiyan pêkhatî ji pozîtîvên derew (teşxîsa şaş a pêkhateyên xwezayî yên bedenê li dewsa yên gumandar) û negatîvên derew (teşxîsnekirina nîşaneyên rasteqîn ên şêrpenceyê) bûn. Ev çewtî dkarin bibin sebeba nîgeraniya nepêwîst a nexweşan an jî dermankirinê bavêjin derengiyê.
3. Tewsiye: Ev lêkolîn pêşniyar dike ku Hişê Çêkirî wek amûreke alîkar li rex Tîrêjnasên (Radyolojîst) mirovî were bikaranîn û ne wek dewsgirê wan.
Ev lêkolîn nîşan dide ku Hişê Çêkirî dikare alîkariyê bide ji bo teşxîskirin û diyarkirina pêşwext a Şêrpenceya Memikan; lê divê hevrê digel diqet û çavdêriya însanî were bikaranîn da ku encamên herî baş ji bo nexweşan bîne.
Ev encam nîşan didin ku bi saya bikaranîna teknolojiyên nûjen pizîşk dikarin rewşa nexweşan baştir bikin. Lêbelê hewcetî bi lêkolînên zêdetir ji bo vekolandina bandorên demdirêj ên van teknolojiyan û şêwaza bikaranîna wan heye.