Zimanê ku em pê diaxivin bandorê li leza têgihîştina reng ji aliyê mejîyê me va dike
Li gor lêkolîneke nû, axaftina bi zimanekî ku xwediyê peyvên cihêwaz di warê sîvanên reng ên cûrbicûr e, vê derfetê dide mejî ku wan sîyan bileztir ji bikaranîna zimanê ku tenê peyvek ji bo wî rengî heye, tê bigihêje. Encamên lêkolînê teqeziyê li ser danûstandina giring navbera ziman û têgihîştinê dikin.
Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê New Atlas'ê, Çavên me dikarin bi miliyonan rengên cihêwaz bibînin. Tevî vê yekê, dema ku qala zimanê ku em ji bo binavkirina wan rengan tê bikaranîn dikin, em heta radeyekê sînordar in û hin ziman me zêdetir ji zimanên din sînordar dikin.
Wek mînak, di zimanê Inglîzî da 11 peyvên têkildarî reng ên sereke hene: Reş, Sipî, Sor, Zer, Kesk, Şîn, Qehweyî, Naarincî, Pembo, Binefş û Gewr. Li zimanê Rûsî du peyv ji bo rengê Şîn hene ku peyvek ji bo wesifandina rengên şîn ên vekirî û rohnîtir tê bikaranîn û peyvek ji bo rengên tarîtir tê bikaranîn. Ev di rewşekê da ye ku eger mirov bi zimanê Norwejî biaxive, tenê peyvek ji bo binavkirina rengê Şîn heye.
Di lêkolîneke nû da ku jialiyê Zanist û Pêşesziyê ya Norwejê (NTNU) û Zanîngeha Osloyê (UiO) va pêk hatiye, lêkoler tê gihîştin ku axaftina bi zimanekî ku çend peyv ji bo sîvanên rengî hene vê derfetê dide mejî ku sîyan bilez ji kesê ku bi zimanê ku tenê peyvek ji bo wî rengî heye, tê bigihêje.
Mila Dimitrova Vulchanova Mamosteya Labratuwara Jêwergirtin û Proseskirina Ziman li Zanîngeha NTNU'yê û ji hevkarên vê lêkolînê dibêje: Lêkolîna me nîşan da ku şiyana beşdarên duzimanî ji bo danîna cihêwaziyê navbera sîvanên cûrbicûr ên reng di bin bandora zimanekî ye ku wan di dema xebitînê da bi kar dianîn.
Ew her wiha dibêje: Encamên lêkolîna me her wiha amaje bi têkiliya berdewam navbera ziman û îdrakê dike; yanî şiyana mejî ji bo wergirtin, proseskirin û raderbirrîna zanyariyan. Lêkolîn nîşan didin ku ev pêvajoyeke dualî ye. Bi vê wateyê ku ziman dikare babetên mei'rifî û îdrakî çalak bike û bandora xwe li ser wan dayîne; berovajî, mekanîzm û babetên mei'rifî bandor li ziman dikin.
Mirov sembolên taybet bi rengan girêdidin ku em ji hêla jiyan, çandî û kesane va bertek nîşanî wan didin. Wek mînak, sor rengê xwînê ye û pirranî ne tenê bo evînê, belkî bo metirsî û hêrişkariyê tê bikaranîn. Têkiliya wê digel metirsiyê ji ber vêya ye ku nîşaneyên xeter û metirsiyê li seranserî cîhanê bi rengê sor in.
Rengê şîn pirranî sembola aramî û tenahiyê ye; lê her wiha dikare nîşana xem, keser û damayînê be.
Rengê zer dikare nîşana şahî û tavê, tirsokîbûn yan tirsê be û her wiha ji bo nîşaneyên hişyarker, utubûsên dibistanê û taksiyê tê bikaranîn.
Loma reng bi awayekî cidanebûyî pêwendî digel derûnnasî, zanist û hestan heye.