Tîrmeh 26, 2024 19:24 Asia/Tehran
  • OpenAI’yê matora xwe ya lêgerînê nimand

Kompaniya OpenAI’yê ku pêştir robota axêver a (ChatGPT) afirandiye, matoreke lêgerînê ya li ser binemaya Hişê Çêkirî bi navê SearchGPT nimand.

Li gorî rapora ISNA’yê, Kompaniya OpenAI’yê nimûneya berayî ya matora lêgerînê ya nû li ser binemaya Hişê Çêkirî bi navê SearchGPT nimand.

Li gorî nûçeya Engadget’ê, Ev xizmet nimûneyeke seretayî ya demkî ye ku vê demê bo 10 hezar testkeran hatiye sînordarkirin. Ev nimandin nîşana derbasbûna vê kompaniyê bo nav bazara rikeberiyê ya matorên lêgerînê ye ku ev çend deh sal in di bin serdestiya Kompaniya Google da ye.

OpenAI’yê li malpera xwe SearchGPT weke nimûneya seretayî ya demkî ya taybetmendiyên lêgerînê yên Hişê Çêkirî yê nû ku bersivên bilez tevî çavkaniyên zelal û têkildar dide bikarêner, daye zanîn.

Vê kompaniyê dil heye vê berhemê bi 10 hezar bikarênerên seretayî bicerribîne û piştî berhevkirina reaksyon û bertekan, wê li nav ChatGPT’ê bi cih bike.

Damezirandina SearchGPT’ê di germegerma rikeberiya ber bi zêdebûnê ya di warê lêgerîna li gor Hişê Çêkirî pêk hatiye. Kompaniya Google ku xwediya matora lêgerînê ya sereke li cîhanê ye, vê dawiyê dest bi tevlêkirina şiyan û qabiliyetên Hişê Çêkirî li platforma xwe kiriye. Startup’ên din weke Perrplexity bi piştevaniya ‘Jeff Bezos’ jî vê armancên dişopînin û xwe wek ‘Matorên Bersivdêr’ ku Hişê Çêkirî ji bo kurtkirina naveroka heyî li ser Înternetê digirin xizmeta xwe, raberî bazarê kirine.

Diyarbûna matorên lêgerînê yên li gor Hişê Çêkirî mijareke bigengeşe bûye. Meha derbasbûyî Kompaniya Perplexity ji ber kurtkirina çîrokên Malpera Forbes û Wired’ê bêyî destnîşankirina çavkaniyê rastî rexneyan hat. Ji ber vê yekê Malpera Wired’ê nameyek ji Perplexity şand û tawana Diziya Edebî li vê kompaniyê bar kir.

Dibe ku ji ber van kêşeyan be ku wisa xuya dike Kompaniya OpenAI’yê rêbazeke zêdetir beşdarane bi saya damezirandina SearchGPT’ê girtiye ber xwe; ji ber ku ev kompanî teqez dike ku ev nimûneya seretayî bibeşdariya ajansên nûçeyan ên cûrbicûr hatiye çêkirin.

 

Serepeyv