Tîrmeh 20, 2024 10:02 Asia/Tehran
  • kîlodayîna tendurist

Pisporên teduristiyê yên ku bal kişandin ser xwedîkirneke bi tendirust, diyar kirin ku dema parêz bê girtin jî divê ku mebest tenê ne dayîna kîloyê, divê kîlodayîneke tendurist be.

Parêzeke ku ji bo jiyaneke bi tendurist bê kirn, ji vexwarinê bigirin heta bi xwenaskirnê divê mirov li hemû xwarin vexwarin û tevgera xwe baldar be. Pisporê parêz û xwedîkirinê dibêjin ku parêzgirtina gelek kesan ji ber ku ne li gorî zanîn û pratîka wan e encameke serkeftî jê nayê girtin.  Parêz biryarbûn û hêzê dixwaze. Mebesta parzêzê divê ne tenê kîlodayîn divê kîlodayîneke bi tendurist be. Di dema parêzgirtinê de xwenaskirn girîng e. Divê hûn xwe baş nas bikin. Qelsiyên we hene an na, gelo hûn ê bixwazin ku tiştekî bixwin an na, gelo dema ku hûn aciz dibin dê canê we tiştekî bixwaze yan jî dema ku hûn kêfxweş bin. Xwe naskirn ji bo hevsengiya parêzê girîng e. Ger ku hûn bedena xwe nas bikin û li gorî wê tevbigerin hûn ê karibin parêzeke serkeftî bikin.

Serepeyv