Hişê Çêkirî dikare dengê ewitîna seyan wergerîne!
Hişekî Çêkirî yê nû dikare dengê ewitîna seyan bo mirovan wergerîne.
Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê IA'yê, Lêkolerên Zanîngeha Mîşîganê (Michigan) di lêkolîneke pêşketî da bi awayekî serkeftî Hişê Çêkirî ji bo deşîfrekirina dengê ewitîna seyan bi kar anîn.
Rada Mihalcea Seroka Labratuwara Hişê Çêkirî li Zanîngeha Mîşîganê ya Amerîkayê dibêje: Lêkolîna me pencereyeke nû li ser vê mijarê vedike ku em çawa dikarin ji tiştê ku me heta niha di hilkolandina axaftinê da çêkiriye, ji bo têgihîştina cihêwaziyên hûr di dengê ewitîna seyan da bi kar bînin.
Lêkoler bawer in ku ewitîna seyan digel tiştê ku di mejiyê wan da derbas dibe têkildar e.
Lêkoleran di vê lêkolînê da bala xwe dan ser naskirina hin hestên taybet li ewitîna seyan weke hêrsbûn, asayîbûn û gilî û gazinkirinê.
Modeleke Hişê Çêkirî ku bi navê Wav2Vec2 tê naskirin, li ser du komelên zanyariyan ên cihêwaz hat hînkirin. Yeke wan tam ji dengê ewitîna seyan pêk hat5ibû û ya din li ser hema bêje 1000 saet axaftina mirov û piştra eyarkirina deqîq a wê bi dengê ewitîna seyî hatibû hînkirin. Encam gellekî ecêb bû; modela ku li ser axaftina mirov hatibû hînkirin baştir ji modelekê bû ku tenê bi dengê ewitîna seyî hatibû hînkirin. Eva nîşan dide ku rêzik û nijyarên zatî û gewherî di zimanê mirov da dikare wek bingeheke binirx ji bo analîzkirina dengên heywanan were bikaranîn.
Vê modela Hişê Çêkirî bi diqeteke navînî ya sedî 70 dikarî rewşa hestbarî ya seyan şirove bike û cihêwaziyê dayîne navbera ewitînên ji ber hêrsbûnê û yên ji ber kêfxweşiyê.
Her wiha, vê modelê karî nijada seyan bi diqeta sedî 60 û cinsiyeta wan bi diqeta sedî 69 nas bike.
Di vê lêkolînê da ewitîn, gazin û nalînên 74 seyan ji nijad, temen û cinsiyetên cihêwaz di warên cûrbicûr da hatin berhevkirin û ew wek zanyriyên seretayî û xav dane modelek hînbûna maşînî.
Rada Mihalcea fi dawiyê da got: Pêşketinên Hişê Çêkirî dikare ji bo veguherîna têgihîştina me ji têkiliyên digel heywanan were bikaranîn. Wê her wiha got: Em hîn gellek tiştan li ser heywanên ku di vê cîhanê da têkiliyeke germ û nêzik bi me ra hene, nizanin.