Hemasesaziya şervanên berxwedana Filistînê di pevçûna digel dagirkerên siyonîst da
Şervanên Tabûrên Îzeddîn Qessam û Komên Berxwedana Filistînê roja Îniyê pevçûnên bi çekê û hemaseyên qaremanane dijî hêzên dagirker li hin navçeyên Zîvala Xezeyê domandin û di saetên raborî da kiryarên serdegirtinê dijî dijminê siyonîst pêk anîn.
Şervanên Berxwedana Filistînê di dewamê bi êrîşên mûşekî gellek tanka rûxandin. Ligorî vê raporê, Her wiha pevçûnên giran navbera şervanên Tabûrên Qessam, komnê berxwedêr û hêzên dagiorker li gellek navçeyên Xezeyê didomin ku ya herî giran li Taxa Şucayîyeyê li rojhilat Xezeyê û li bajarê Xan Yûnisê hatiye ragihandin.
Artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst berbanga Îniyê qala mirina endamekî yekîneya endazyariyê ya girêdayî bi Tîpa Colanî di pevçûnên başûrê Zîvala Xezeyê kir.
Artêşa dagirker her wiha qala birîndarbûna du efserê û serbazekî siyonîst vê navçeyê kir.
Çavkaniyên Berxwedanê tekez dikinku dagirkerên siyonîst enqest beşeke zirarên xwe vedişêrin û beşeke sînordar ji wan aşkira dikin.
Ji aliyê din va, Rêxistina Astengdaran a Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku ji 7ê Cotmehê va heta niha derdora sê hezar û 500 astengdariyên nû li nav leşkerên vê rejîmê hatiye tomarkirin.
Her wiha ji destpêka cenga Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê va heta niha, 10 hezar û 584 leşkerên siyonîst birîndar bûne ku 131 kes ji wan di dema dermankirinê da mirine û rewşa 471 kesan ji wan gellekî xirab e.