Bo cara yekem li Rojavayê Asyayê; Xelatkirina organên leşî piştî mirina tam
Sergêrê Yekîneya Pêwendkirin û Berhevanîna organên leşyî ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê qana pêkanîna emeliyata nûjen a pêwendkirinê piştî mirina tam kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, Sam Zeraetiyan Nijad Dewanî Sergêrê Yekîneya Pêwendkirin û Berhevanîna organên leşî ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê got: Bo cara yekem li Rojavayê Asyayê emeliyata vejiyandin û xelatkirina organê leşî piştî piştrastkirina mirina kesê/a xelatker li nexweşxaneya Hezretê Resûlê Ekrem (S) a Tehranê pêk hat.
Zeraetiyan Nijad Dewanî her wiha got: Ev emeliyat di sê babetên mirinê da pêk hat û organên bedena wan ên bingehîn ji wan gurçik, pişik, pankras, rûvî û tevnikên devika dil hatin cudakirin û xelatî kesên wergir hatin kirin.
Sergêrê Yekîneya Pêwendkirin û Berhevanîna organên leşyî ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê her wiha got: Ev şêwaza nûjen a pêwendkrina organê leşî bi alîkariya Fîltrasiyona xwînê, faktorên îltihabî ji organên bedena kesê xelatker kêm dike û dibe sebeb ku organên pêwendî ku ji ber îltihabê nikarin bên xelatkirin, bên bikaranîn.
Zeraetiyan Nijad Dewanî bi gotina vêya ku di pênc salên derbasbûyî da derdora 700 emeliyatên xelatkirinê li Navenda Pêwendkirinê ya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê pêk hatine, hêvî kir ku bi bidestxistina teknolojiyên nûjen em bikarin canê nexweşên zêdetir bifilitînin.