Hezîran 29, 2022 12:39 Asia/Tehran
  • Gelo bajarên ser avê dikarion alîkariya civatên li peravê bikin?

Ji ber ku guherînên rewşa hewa û zêdebûna ava deryayan civatên li peravê li seransserî cîhanê tûşî metirsiyê tînin, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bala xwe daye ser teknolojiya ji bo çêkirina bajarên ser avê yên guhêrbar.

Oceanix ku kompaniyeke "Teknolojiya Şîn" li New Yorka Amerîkayê ye, projeyeke ceribandinê ya dijî av û lehiyê dîzayn kiriye ku dikare ewlehiya bi miliyon kesî di pêşerojê da biparêze.

Ev kompanî bi hevkariya UN-Habitat'ê niha amade ye ku yekem mînaka bajarekî wiha li Bûsana Koreya Başûr dest pê bike.

Li gorî rapora NY, derdora sedî 40 ji gelheya cîhanê li navbireke kêmtir ji 100 kîlomitr ji peravan dijîn û zêdebûna asta ava deryayan gefek li dijî sedî 90 ji bajarên mezin ên cîhanê ye.

Lehî û rabûna avê ya ji ber zêdebûna asta ava deryayan bi miliyaran Euro'yî binesaziyan ji nav dibe û dibe sebeb ku bi miliyonan kes ji ber guherîna rewşa hewa cih û warên xwe biterikînin.

Itai Madamombe ji damezirînerên Oceanix'ê bawer e ku modela vê kompaniyê ya bajarên ser avê dikare rêkareke guncan li gorî guherînên jîngehê ji bo vê kêşeyê be.

Ew dibêje ku binesaziya van cûre bajaran bi betoneke avhez dê were çêkirin. Teknolojiya ku av û jiyana deryayî vedijîne.

Ji aliyê din va Zero Waste bi Zero Waste'ê ra dixebite da ku piştrast bibe ku her zibilek ku li giravê çê dibe, ji nû va were bikaranîn.

 

 

Serepeyv