Adar 19, 2023 20:07 Asia/Tehran
  • Li Misrê peykereke bi kevnatiya zêde ji du hezar salî hat vedîtin

Peykereke weke peykera Ebul-Hol lê bi rehend û berûlayên gelekî biçûktir li başûrê Misrê hat vedîtin.

Li gorî rapora France Press'ê, Wezareta Şûnwarên Kevnar a Misrê ragihand ku peykereke weke peykera Ebul-Hol û bermahiyên perestgehekê li parêzgeha Qenayê li başûrê Misrê hatine vedîtin.

Di vê perestgehê da her wiha lewheyeke kevirîn a bi kevirnivîsên Demotîk û Hîroglîf hatiye peydakirin.

Baweriya kevnarenasan ev e ku rûyê kenok ê peykerê dibe ku ayîdî empratorê Romayê yanî Klodyos be ku di navebra salên 41 heta 54an a beriya Mîladê desthilata Romayê heta bakurê Afrîqayê berfireh kir.

Kevnarenas ji bo bidestxistina zanyariyên pirtir derbarê pênaeya peykerê û navçeya têkildar, li sr lewheya kevirîn dixebitin.

Ev peyker gelekî biçûktir ji peykera Ebul-Hol a binavûdeng li Pîramîda Cîzeyê ye ku bilindahiya wê 20 mitr e.

Vê wezaretxaneyê ragihand ku Mabeda ji kilsê pêkhatî ji sekûyeke duqatî û hewzeke ji kelpêçê ya serdema Bîzans e.

 

Serepeyv