Nîsan 24, 2024 18:32 Asia/Tehran
  • Heyvgerra Japonê piştî sê şevên sar û dirêj li Heyvê hema wisa çalak e

Rêxistina Fezayî ya Japonê piştî wergirtina wêmneyekê ji Heyvgerrê ku sê meh ji daketina wê li ser Heyvê derbas bûne, ragihand ku yekem heyvgerra vî welatî çdi sê şevên sar da li ber xwe da û hema wisa çalak e; her çend ku ev ji bo van şert û mercan nehatiye çêkirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Rêxistina Fezayî ya Japonê li toreke civakî ragihand ku vê heyvgerrê êvara Sêşemiyê bersiva sîgnalekê ji Erdê da û piştrast kir ku şeveke din li ser heyvê ku dirêjahiya wê qasî hefteyeke ser Seyroka Erdê ye, li ber xwe daye. Pileya germahya şevê li ser Heyvê dibe ku heta -170 dereceyên Santîgrad dakeve û di rojê da jî heta 100 dereceyî germtir bibe.

Ev heyvger ku wek "Landera Jîn a Heyvê" (SLIM) tê naskirin roja 20ê Çileyê gihîşte ser Heyvê û bi vî awayî Japon bû pêncemîn welatê ku heyvgerrek şandiye ser heyvê.

Erka vê heyvgerrê eva bû ku teknolojiya daketina niqteyî ya Japonê bicerribîne û dane û wêneyên erdnasiyê berhev bike; lê ji bo mayîna din şevên sar da nehatiye çêkirin.

Rêxistina Fezayî ya Japonê (JAXA) li tora civakî ya X'yê ragihand ku tevî dewreyên guherînên giran ên germayê, hêmanên bingehîn ên vê heyvgerrê hema wisa çalak in û dixebitin.

Zanyar hêvîdar in ku bi rêya berhevdanîna pêkhateyên madenî yên kevirên Heyvê digel kevirên Erdê, hin şopan li ser jêder û çavkaniya Heyvê bi dest bînin.

Serepeyv