Nîsan 26, 2024 15:26 Asia/Tehran
  • Dizîna parçeyên laşê qurbaniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst bi peydakirina gornên komî

Li gorî encama hilkolandina pisporan,hin şik û guman hene ku parçeyên laşê qurbaniyên ku di gornên komî de hatine veşartin ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine dizîn.

Hêzên ûrjans û hawarçûnê û komên alîkariyê yên ku beşdarî lêkolîna li ser termên şehîdên filistînî ji gornên komî yên ku li nexweşxana  Nasir li Xan Yûnis, li başûrê Zîvala Xezeyê bûn, şeva Pêncşemê eşkere kirin ku hin belge hene ku hin ji qurbaniyan endamên bedena wan hatien dizînê.

Piştî vekişîna hêzên dijmin ên siyonîst ji bajarê Xan Yûnisê, herî kêm 392 terim ji 3 gornên komî yên ku li nexweşxaneya Nasir hatin dîtin.

Di nav van terman de 165 cenaze ji ber guherînên fizîkî û pirtîpirtî bûnê nayên naskirin ku di fîlmên belgeyî û wêneyên hinek ji cesedên gornên komî de nîşaneyên îşkenceyê û girêdana destan bi kelebçeyê plastîkî hene.

Hêzên ûrjans û  hawarçûnê û komên alîkariyê eşkere kirin ku wan hinek termên ku destên wan girêdayî bûn, zikê wan dirryayî û dirûyî dîtine, ku ev yek berovajî rêbazên asayî yên dirûtina birînên li nexweşxaneyên li Zîvala Xezeyê ye û vê yekê şik û gumanên derbarê diziya endamên leşê wan zêde dike. Her wiha di lêkolîna cenazeyên şehîdên filistînî yên ji gornên komî yên ku li nexweşxaneya Nasir hatine dîtin de, hin parçeyên laşê van şehîdan winda bûne, dest û lingên wan hatine jêkirin, cilên odeya emeliyatê li xwe kirine û hinek nîşande derbarê vê yekê ku ew bi saxî hatibinn binaxkirin  hene.

 Lêkolîna û şehediya hêzên hawarçûnê û tîmên rizgarkirinê li nexweşxaneya Nasir diyar dikin ku di nav şehîdan de, hindek bi kelepçeyên plastîk hene û şopa birînên guleyan li ser serê wan jî heye û ev yek şik û gumanên derbarê îdamkirina meydanî ji navbirina wan bi qest pêk tîne. 

Sercem ev belge beşeke din ji cinayetên siyonîstan li dijî gelê Xezeyê nîşan dide û ev yeka riswatiyeke ku  li ser rûyê Amerîka û welatên rojavayî nayê veşartin ji ber ku wan alîkariya leşkerî dane Rejîma Siyonîst û welatên ereb û misilman li himber van cinayetan bêdeng mane.

 

Serepeyv