Nîsan 26, 2024 08:27 Asia/Tehran
  • Radestkirina 30 hezar terorîstên DAIŞê û kesên wan ji girtîgehên di bin kontrola Kurdên Sûriyê de bo welatên wan

Berpirsekî kurd ê Sûriyê ragihand ku ji 73 hezar terorîstên DAIŞê yên ne-sûrî yên girtî û xizmên wan ku di zindanên wan de bûn, nêzîkî 30 hezar kes radestî welatên curbicur hatine kirin.

Şêxmûs Ehmed yek ji berpirsên kampên di bin kontrola Kurdên Sûriyê de ku têrorîstên DAIŞê û malbatên wan di van kampan de ne, ragihand ku di encama rawêjkariyên  navdewletî de hejmarek berçav ji wan kesan radestî welatên curbicur hatine kirin.

Ji nêzîkî 73 hezar çekdarên DAIŞê yên li van kampan dijîn, nêzîkî 30 hezar kes ji wan vegeriyane welatên xwe û nifûsa wan di van kampan de niha nêzîkî 43 hezar kes in.Xaça Sor a Sûriyê duh ragihandibû ku 50 welatiyên Tacîk radestî şandeke Tacîkistanê hatine kirin û bi rêya firokexaneya Qamişlo bo vî welatî hatine şandin.

Kurdên Sûriyê çendîn caran daxwaz ji 56 welatên cîhanê kirine, ku welatiyên xwe yên ku ji sala 2014an ve tevlî DAIŞê bûne û ji aliyê wan ve hatine girtin, radestî wan bikin û wan terorîstan li welatên wan mehkeme bikin.

 

Serepeyv