Îlon 22, 2022 10:33 Asia/Tehran
  •  Li Qehremanmeraşa Tirkiyê îskeleta jinekê ya ji 7 hezar û 600 sal berê hat dîtin

Di xebatên vekolana li Girikê Domuztepeya ser bi navçeya Turkogluya Qehremanmeraşê ya Tirkiyê da îskeleta jinekê hat dîtin û wisa tê texmînkirin ku ji 7 hezar û 600 sal berê maye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Di koordînetiya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê da û bi serokatiya Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Hacettepeyê Doç. Dr. Halîl Tekîn va ekîba ji 15 kesên di nav wan da ji zanîngehên din arkeolog û zanyar hene pêk tê xebatên vekolanê dewam dikin.

Di dema vekolanê da ji goreke hocker (îskeletê çok kişandine berxwe û li ser kêlekê) a li girikê berfireh ê ji heyama neolîtîk hat dîtin.

Zanyarên ku di ekîba vekolanê da cî digirinev dê li ser vê îskeletê xebatên zanistî bikin.

Doç Dr. Tekîn daxuyanî di vî warî da got ku li gor texmîna wan ev qada lê xebatên vekolanê lê dikin 9 hezar salî ye û cî û warê heyama dawîn a serdema Kevir e.

Tekîn destnîşan kir ku ew di xebatên xwe yên îsal da rastî îskeleta jinekê hatin û ji ber vê yekê jî ew gelek bi kelecan bûn û wiha domand: "Ev îskeleta me dît em wisa texmîn dikin ku ayîdî mezinekê ye."

 

 

Serepeyv