Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Di dewama bertekên li hember şehadeta qaremanane ya Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Hemasê da, merceyên olî û kesayetiyên siyasî yên Iraqê jî sersaxî dan û ji bilî pêgîriya li ser dewama şêrr heta serêxwegirtina serkevtinê, pesna rola wî ya berbiçav di berxwedana Filistînê dan.

Humam Hemûdî, serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê, bi boneya şehadeta Yehya Sênwar daxuyaniyeke weşand û got: Berxwedan çand, bîr û bawerî ye û bi şehadeta fermandarên xwe yên leheng namire. Hemûdî herwiha got: Şehîd Yehya Sênwer mînakeke hêja û bêmînak a mêrxasiyê û morala rûbirûbûna li hember dagîrkerî, zilm û neheqiyê û kiryarên hovane û xwînrêj bû. Wî her wiha destnîşan kir ku berxwedan wê bidome û mezintir bibe.

Cewad El Xalisî ku yek ji kesayetiyên olî ye tekez kir ku şehîd Yehya Sênwar di warê şeref û serbilindiyê de wek têkoşerekî bi hêz derketiye pêş, çek hilgirtiye û heta kêliya dawî berevaniyê li doz, netewe û axa Filistînê kiriye. Wî her wiha tekez kir ku şer berdewam e û heta serketinê yê nesekine.

Sersekreterê Tabûrên Hizbullaha Iraqê, Ebû Hisên Hemîdawî, di daxuyaniyekî de ji ber şehîdbûna Yehya Sênwar sersaxî got û tekez kir ku, bi şehîdbûna Yehya Sênwar, dor gihîştiye nifşên ku di hembêza wî de hatin mezinkirin, ta ku alayê ji wî mîras bistînin. El Hemîdawî her wiha destnîşan kir: Bi agahiya ku me ji tevgera qehreman a Hemasê heye, nifşê ku hîna li dijî siyonîstan şer dike dê derbeyên girantir li wan bixe. Ji aliyê din ve sersekreterê Rêxistina Bedir, Hadî El Amirî jî bi boneya şehadeta Yehya Sênwar sersaxî xwest û diyar kir ku Sênwar mêrek bû ku di rêya Qudsê de jiya û di heman rêyê de jiyana xwe ji dest da. Artêşa Rejîma Siyonîst roja Pêncşemiyê ji kuştina Yehya Sênwar li dema pevçûn û êrişên li başûrê Zîvala Xezzê agahî dabû.

Serepeyv