Êrişên Rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Xezeyê
Wezaeta Tendrsutiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê ragehand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê rabûye 40 hezar û 5 kesî.
Êrişên artêşa rejîma siyonîst li 314-emîn roja şerê li Xezeyê, ser deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê ji wna li bajarê Xan Yûnisê berdewam bûn. Çavkaniyên pizîşkî ragehandin di encama van cinayetan de 5 filistînî ji wan 3 zarok şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn . Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê jî eşkere kir ku di encama êrişên artêşa Îsraîlê di 24 sietên borî ser zîvala Xezeyê 40 kes şehîd bûne û 107 kes jî birîndar bûne.Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li zîvala Xezeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber girtina deriyê Refehê di 100 rojên edrbasbûyî de hezar zarok, nexweş û birîndarên canê xwe ji dest dane. Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezeyê her wiha ragihand ku Rejîma Siyonîst di heyama navborî depêşiya seferkirina 25 hezar nexweş û birîndaran ku xwestine bo dermankirinê derbasî derveyî Zîvala Xezeyê bibin, girtiye. Vê nivîsgehê li daxûyaniyekê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 100 rojên derbasbûyî pêşiay derbaskirina her cure alîkariyan bo Zîvala Xezeyê û heta pêşiya derbasbûna şandên pizîşkî û tenduristiyê girtiye.
Şer û pevçûnên li Rexê rojava berdewam in. Rejîma dagirker vê sibê bi xwefirekê êrişî kampa Belatê li rojhilatê Nablosê kir û 2 ciwanên filistînî şehîd kirin û di vê cinaytê de 4 kes ji wan de jinek û zarokek birîndar bûn. Li başûrê El-Xelîlê jî 10 filistînî ji aliyê hêzên siyonîst ve hatin girtin.Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve dest bi şerekî bi xopan li dijî Zîvala Xezeyê kiriye ku di encamê de nêzîkî 40 hezar kes şehîd bûne, zêdetir ji 92 hezar kes birîndar bûne, 10 hezar kes bê ser û şûn bûne û nêzîkî 2 milyon kes ji xelkê vê navçeyê neçar mane koçber bibin.
Ji xeynî viya, sedî 70 ji mal û binesaziyên Zîvala Xezeyê bi giranî wêran bûne û qeyrana giran a mirovî li gel xelayê jiyana xelkê ê deverê xestiey ber gef û metirsiyê Rejîma Siyonîst tevî hemû van cinayetanli xwe mikur hatiye ku piştî derbasbûna zêdetir ji 10 mehan ji şer, heya niha nekariye armancên xwe yên ji vî şerî ku hema jinavbirina Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji zîvala Xezeyê ye, pêk bîne.