Sibat 17, 2024 17:10 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 83 filistîniyên din li 24 sietên derbasbûyî de/ Li Xezeyê hejmara şehîdan derket 28 hezar û 858 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 sietên borî de nêzî sed filistînî li Zîvala Xezeyê şehîd bûne.

Di 134-emîn roja  jînosayda siyonîstan li zîvala Xezeyê bi piştgiriya Amerîkayê li zîvala Xezeyê, Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di amarên xwe yên herî dawî de ragihand ku Rejîma dagirker di 24 sietên borî de 9 cinayet li dijî gelê Filistînê li zîvala Xezeyê pêk anîn ku di encamê de, 83 filistînî şehîd bûne û 125 kesên din jî birîndar bûn.

Medyayên filistînî  îro derbarê  şehîdbûna zêdetir ji 10 welatiyên filistînî li bajarê Xezeyê di encama bombebarana Rejîma Siyonîst de agahî dan.

Artêşa Rejîma Siyonîst li êrişên xwe ser mala malbateke filistînî li taxa Şêx Rizwan a bajarê Xezeyê zêdetir ji 10 filistînî şehîd kirin.

Vê wezaretxaneyê  her wiha got: Ji destpêka cinayetên rejîma dagîrker ji 7`ê Cotmehê ve heta niha hejmara şehîdan li Xezeyê 28 hezar û 858 şehîdan û 68 hezar û 677 birîndaran jî derbas bûye.

Niha Rejîma Siyonîstî di berdewamiya cinayetên xwe li zîvala Xezeyê, êrişên xwe ser bajarê Refehê ku ketiye başûrîtirîn cihê  Zîvala Xezeyê, giran kiriye û zêdetir ji  milyonek  û 300 hezar awareyên  filistînî  xwe gîahndine vî bajarê biçûk û rastî kêmasya îmkanatê hatine. 

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Awareyên Filistînî (UNRWA) jî ragihand ku 158 karmendên xwecihî yên filistînî yên vê ajansê di encama êrişên hewayî ya Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de şehîd bûne.

Vê saziya ser bi NY bal kişand  ser  pirsgirêkên têkildarî derbaskirina  kelûpelên pêwîst ji Refehê û derbasgeha  Kerem Ebû Salimê û ragihand ku hejmara kamyonên ku rojane derbasî Xezeyê dibin, hîna jî kêmtir ji 500 kamyonan e.

 

 

Serepeyv