Mîtîng û kombûna piştevaniya ji Filistînê li Yemenê
Meşa gelê Seideyê li bakurê Yemenê ser navê - Emê piştgiriya xwe ji Xezeyê bidomînin û ji bo her bijardeyê amade ne- hat lidarxistin.
Xelkê Seideyê di v meşê de bi ragihandina vê yekê ku gefên Amerîka û Rejîma Israîlê me natirsînin, daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo pînekirina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê şermezar kirin.
Beşdarên vê meşê bi daxuyaniyekê piştgirî dan operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî dagirkerên siyonîst.
Di vê daxuyaniyê de hatiye:
Em pîrozbayiyê dibêjin hêzên çekdar ên Yemenê ji ber operasyonên wan li dijî dagirkeran û destên wan digoşînin jibo berdewamiya piştgiriya wan ji gelê Filistînê heta rawestandina êrişên israîliyan .
Di vê daxûyaniyê de, her wiha qanûna sûczanîna bifermînaskirina rejîma Israîlê ku ji aliyê Mehdî El-Meşat, Serokê Konseya Bilind a Siyasî ve hatiye dayîn, hatiye pêşewazîkirin.
Beşdarên vê meşê her wiha bi ragihandina vê yekê ku gefên Amerîka û Îsraîlê me natirsînin, gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo pînekirina cinayetên siyonîstan derheq gelê Filistînê şermezar kirin.
Welatiyên Tirkiyê jî bi lidarxistina xwenîşandanekê li ber bendera Saryêrê ya Stenbolê, daxwaza bidawîkirina hevkariyên bi Rejîma Siyonîstî kirin.
Xwenîşanderan bi şermezarkirina êrişên berdewan ên vê rejîmê ser zîvala Xezeyê û piştevaniya ji gelê Filistînê, daxwaza rawestandina her cure danûstandinên bazirganî û siyasî bi Rejîma dagirker a Îsraîlê kirin.
Di heman demê de li Tûnis, Misir, Lubnan û welatên din de, mîtînga hevgirtina bi gelê Filistînê re hate lidarxistin.