Cotmeh 17, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Tabûrên Şehîd Izeddîn Qessam îro baregehên siyonîstan dan ber mûşekan

Operasyona Bahoza Eqsayê di halekî da derbasî roja 11an bûye ku êrîşên mûşekî û pevçûnên berdewam li bajaroka Zekîmê û cihên din didome û hejmara teqrîbî ya dîlên siyonîstî li Xezeyê jî hatiye diyarkirin.

Tabûrên Şehîd Izeddîn Qessam Baskê leşkerî yê Hemasê wek bersiva bo cinayetên berfireh ên siyonîstan li dijî xelkê Xezeyê îro cihên kombûnê yên Artêşa Rejîma Siyonîst li baregeha leşkerî ya Teslîmê li navçeya Neqebê ya başûrê erdên dagirbûyî dan ber êrîşa bi mûşekan û li dû wê dengê zengila xeterê bilind bû.

Di vî halî da, Komîteyên Berxwedana Neteweyî li Zîvala Xezeyê ragihand ku wek bersiva bo cinayetên siyonîstan li Xezeyê, vê sibê baregeha leşkerî ya Nahil Ewzê ya Artêşa Rejîma Siyonîst li rex Zîvala Xezeyê daye ber topan.

Di halekî da ku 11 roja ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan derbas dibin, li gorî amarên herî nû heta niha 2837 kes li Xezeyê şehîd û derdora 12 hezar kes jî birîndar bûne.

Şikesta mezin a siyonîstan, mirina zêdetirî hezar siyonîstî û jidest6dana hin bajarok û baregehên leşkerî bûye sebeb ku serokên vê rejîmê di rojên vê dawiyê da bi caran welatiyên sivîl û xelkê bêguneh li Xezeyê bikin armanc û bi dorpêçkirina vî bajarî cinayeta cengê pêk bînin.

Di vî warî da Artêşa Rejîma Siyonîst bi avêtina bi dehan gulleyên Fosfora Sipî, gullebarana navçeyên nêzikî Deşta Xiyamê û bilindahiyên bajaroka Metleyê didomînin û dûkela ji ber van êrîşan li seranserî navçeyê belav bûye.

Her wiha Artêşa rejîma dagirker navê du leşkerên xwe yên din ku ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê va hatine kuştin, weşand; bi vî awayî hejmara ragihandî ya kuştiyên Rejîma Siyonîst gihîştiye 291 efser û serbazan û qala lîsteyek ji sedan navî tê kirin.

Artêşa Rejîma Siyonîst dîlgirtina 199 leşkerên xwe li Xezeyê piştrast kiriye û malbatên wan haydar kirine. Ev di rewşekê da ye ku Berxwedanê hîn amara dawîn a dîlên siyonîst ranegihandiye.

 

Serepeyv