Mijdar 05, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Berdewamiya dorpêçkirina Xezayê ji aliyê Rejîma Îsraîlê û rewşa xirab a aboriya wê

Dorpêşkirina gelê Şerîda Xezayê ji aliyê Rejîma Siyonîst pirsgirêkên zav ji vî gelê mezlûm re çêkirine, bi taybet bihabûna nirxên kel û pelan bandor li debara xelkê Xezayê kiriye Li Xezayê rêjeya bêkarî û xizaniyê ji berê zêdetir bûye û diyardeya bihabûna kel û pelan xwe daye der, ev jî bandorê li debara welatiyan û tevgera bazaran dike.

Ger mirov li malperên herêmî yên Filistînê li ser medya dijîtal binêre, rewşa kirêtîk a welatiyên li Xezayê dibîne, bê çiqasî bihaya kel û pelan bandor li wan û debara wan kiriye.

Welatiyên bi navê Yûsif Seed axivî û got, “biqasî ku kel û pel biha bûne ku tu dibêjî qey em li New Yorkê ya Amerîkayê dijîn.”

Yûsif Seed ê 42 salî bi bîr xist ku kîloya nîskê nêzî dolarekî bû, lê niha bûye derdora 2 dolaran.

Seed ev li gotina xwe zêde kir: "Gelo malbatên xwedî 7 kulfetan wê çawa zarokên xwe xwedî bikin? Piraniya rojên hefteyê em nîskê dixwin. Jixwe ev tekane xwarin e ku herî zêde li hemû malên Xezayê tê dîtin.”

Seed bi bîr xist ku ne tenê nîsk biha bûne, lê belê kel û pelên sereke yên jiyanê bitûm biha bûne û ew zehmetiyên reşê dikişînin. Nexasim ku qûta heyî têrê nake ku pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin.

Yehya Ebû Terabîş (52) jî diyar kir:  “Ger buhaya kel û pelan ji wihan bilindtir bibe, dê tiştek tune be welatî bixwin. Ji ber ku em li welatekî dijîn mehane tenê 300 dolaran qezenc dikin û ev jî tê wateya ku ev buha ji me re giran e, li ser vê beriya ku rewş kambaxtir bibe; divê aliyên peywendîdar yekser çareseriyekê bibîne."

Bi mijarê ve girêdayî bazirganên li Xezayê gazinên xwe anîn ziman, yek ji wan bazirganên madeyên zimhêrê Ebû Mehmûd Zahir e. Ebû Mehmûd Zahir jî diyar kir ku li bazaran tevgera kirîn û firotinê ji berê pir kêmtir e û ger wiha bimîne dê bandoreke neyînî li bazirganan were kirin.

Li gorî aborînasan, di encama ambargoya ku Rejîma Siyonîst ji beriya 15 salan ve li ser Xezayê desepandiye, her wiha ji ber şerên li pey hev yên vê rejîmê li dijî gelê vê herêmê rewşa jiyanî û mirovî li Xezayê pir kirêtîk e.

Aborînas Raid Faris ji ANHA`yê re diyar kir ku şerê Îsraîlê yê dawî bandor li qada aborî kir û li Xezayê rêjeya xizanan gihêşt ji sedî 80, di heman demê de rêjeya bêkariyê zêdetirî ji sedî 60 e.

Raid Faris got, di pêvajoya pandemiya Koronayê de lêçûna barkirin û bazirganiya cîhanê zêde bû û nirxên kel û pelan bilind bû. Hîn jî bandora vîrusa Koronayê li aboriya cîhanê heye. Li aliyekî din jî hikumeta Xezayê ji bo xercên giştî û gelêrî neçar e baçan li bazirganan bibire.

Raid Faris di dawiyê de bi bîr xist ku hejmara kesên li Xezayê bêkar in gihaşt 366 hezaran, ev jî rêjeyeke bilind e û bi xwe re encamên neyînî tîne.

Aborînas didin zanîn ku kesên herî zêde li Xezayê bandor li wan hatiye kirin, malbatên feqîr in,vêca berî her tişrî pêwîste civaka cîhanî û rêxistinên navneteweyî divê zextê li Rejîma Siyonîstî bikin da ku dev ji dorpêçkirina zîvala Xezayê berde.  

Serepeyv