Îlon 10, 2025 20:06 Asia/Tehran

Êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser Dohaya Qeterê rastî bertekên tund ên cîhanî hatine.

Piştî êrişa Rejîma Siyonîst a bi hewahengiya Amerîka û Inglîzê ser civîna rayedarên Hamasê li Dohaya Qeterê, welatên Ereb û Îslamî ev kiryar binpêkirina eşkere ya rêzikên navneteweyî û gefek cidî dijî aştî û aramiya navçeyê dane zanîn.

Serokê Komara îslamî ya Îranê di pêwendiya telefonî bi mîrê Qeterê re got ku divê welatên Îslamî bi helwestek yekgirtî vê destdirêjiyê şermezar bikin.Wezîrê Derve yê Îranê jî gotiye ku tenê rêya rawestana cidî li himberî reftara serhişkane ya Rejîma Siyonîst, pêngava hewaheng û hevgirtî ya cîhana Îslamê ye. Serokê meclisa Îranê jî di peyamekê de rêya rawestana cidî li himber reftarên hovane yên Rejîma Siyonîst tedbîrên hewaheng û hevgirtî ji hêla cîhana Îslamê va  zanî û bang li civaka navneteweyî, bi taybet NY û Konseya Ewlehiyê kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bona girtina pêşiya hovîtiya Rejîma Siyonîst û dubarenekirina cinayetên wê cih bînin. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nuceba ya Iraqê jî wek berteka himber êrişa Rejîma Siyonîst  ser Qeterê ragihand: Êrîşa hovane û xeyaneta siyonîstan û Amerîkayê li Qeterê vê meselê eyan dike ku li himber vê rejîmê hema bi berxwedanê dikarin rawestin.

Seyîd Emmar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, kiryara Rejîma Siyonîst ya li Qeterê destdirêjiya eşkere û kiryareke handêr bi nav kir. Tirkiye, Holanda, Çîn, Porteqal, Spanya, Fransa, Îtalya û Inglîzê jî, bi  helwestên fermî, ev kiryar şermezar kirin û ew binpêkirina serweriya Qeterê ragihandin.Piştî van êrişan, Konseya Ewlehiyê ya NY jî dê bi lez civînekê li dar bixe.

Serepeyv