-
Edmîral Tengsîrî: Dijmin ji Îrana bihêz û serbixwe ditirsin
Çile 05, 2023 11:21Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin ji Îrana bihêz û serbixwe ditirsin.
-
Welayetî: Peywendiyên Îran û Rûsiyê xurt, stratejîk û ber bi berfirehbûnê ne
Çile 05, 2023 13:29Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da got: Peywendiyn Îran û Rûsiyê niha di asta herî baş da ne.
-
Wezareta Karên Derve ya Îranê balyozê Fransayê ban kir
Çile 05, 2023 10:06Bi dû kiryara rezîl û kirêt a belavokeke fransî ku bêrêzî li merceyê dînî, nirxên pîroz ên dînî û neteweyî kir, balyozê Fransayê li Têhranê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bankirin.
-
Rêberê Înqilabê: “Welatên rojavayî yên nûxwaz li himber rûmeta jinan cinayet kirine”
Çile 04, 2023 16:54Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: “Meydana karkirinê” û “Lezzet û kêfa ji ber mêzekirina li jinan” du babetên bikaranîna narewa ya jinan ji hêla welatên rojavayî va ne.
-
Ciwanekî îranî 4 mîdalên cîhanî di warê dahênerîyê da bi dest xistin
Çile 04, 2023 15:57Mamostayekî wanebêj ê ciwan ê îranî bi dahênerîya xwe ya çêkirina kumê paraşûtvanîyê yê hişmend karî mîdala bronz a cîhanê di warê dahênerîyê da bi dest bixe.
-
Ji ber hinardekirina Meygoyan 15 miliyon dolar ayîdî Parêzgeha Gulistanê bû
Çile 04, 2023 10:45Rêveberê Giştî yê Avjîmeniyê yê Parêzgeha Gulistanê tevî tekeziya li ser xwedîkirina avjîyan li vê parêzgehê, got: Îsal (1401) zêde ji sê hezar ton meygo li Parêzgeha Gulistanê hatiye berhemanîn ku bi rêya hinardekirina vê berhemê zêde ji 15 miliyon dolar ayîdî parêzgehê bûye.
-
Asta bazirganiya derveyî ya Îranê ji 88 miliyar dolarî derbas bû
Çile 04, 2023 10:08Gumrika Îranê ragihand: Asta bazirganiya derveyî ya welêt ji destpêka sala 1401ê (21ê Adara 2022an) heta 10ê meha Dêyê (31ê Kanûna 2022an) gihîşte zêdetirî 88 miliyar dolarî ku anegorî vê heyamê di sala derbasbûyî da sedî 17 zêde bûye.
-
Reyîsî: Hilanîna tola şehîd Silêmanî bêveger e
Çile 03, 2023 13:14Serokê Komara Islamî ya Îranê îro di kombûna berfire ya gelanî ya rêzgirtina li salvegera sisêyan a şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî ku li Nimêjgeha Imam Xumêynî (RE) a Têhranê hat lidarxistinê da, got: Hilanîna tola şehîd Silêmanî bêveger e.
-
Emîr-Ebdullahîyan: Şopandina radestkirina fermander û pêkînerên cinayeta terorkirna serdar Silêmanî bo dadgehê didome
Çile 03, 2023 12:11Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Wezareta Karên Derve û Dezgeha Dadwerîyê yên Îranê bi awayekî ciddî vê mijarê dişopînin ku fermander û pêkînerên cinayeta terorîstî ya terorkirina şehîd serdar Hecî Qasim Silêmanî radestî dadgehê bên kirin.
-
Serdar Qasim Silêmanî û şehîdên berxwedanê li Spanyayê hatin bibîranîn
Çile 03, 2023 11:31Hejmarek çalakên çand û medyayê yên spanyayî rêz li cîgeha serdar sipehbod Qasim Silêmanî û şehîdên berxwedanê girtin û ew şehîdê pillebilind wek ``qaremanê rastî`` yê têkoşîna dijî terorîstan zanîn.