Serdar Qasim Silêmanî û şehîdên berxwedanê li Spanyayê hatin bibîranîn
Hejmarek çalakên çand û medyayê yên spanyayî rêz li cîgeha serdar sipehbod Qasim Silêmanî û şehîdên berxwedanê girtin û ew şehîdê pillebilind wek ``qaremanê rastî`` yê têkoşîna dijî terorîstan zanîn.
Beşa Çandê ya Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Spanyayê merasimek bi boneya salvegera sisêyan a şehîdbûna serdar şehîd Hecî Qasim Silêmanî Fermandeyê berê yê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî li dar xist.
Karlos Paz nivîskar û çalakê medyayê yê spanyayî di vê merasimê da got: Têkoşîna serdar Silêmanî tenê li Rojhilata Navîn bibandor nebû, belkî heta Ewrûpa jî ji têkoşîna wî ya hibmerî terorîsmê sûdmend bû.
Yûsif Fernandez Sekreterê Konseya Islamî ya Spanyayê jî amajeyî vê yekê kir ku jîyana Qasim Silêmanî jîyaneke tijî macera û matmayîker bûye, got: Serdar Silêmanî roleke kilîdî di şerên li herêmê da wergirt û amadebûna wî li Iraq, Sûrîye û Yemenê girîng û dîyarker bû.
Serdarê sêpehbod, Qasim Silêmanî, Fermandê Hêza Qudsê a Sipaha Pasdarên Şorişa Islamî, 3`êÇilleya sala 2020`î di halekê da ku ser vexwendina fermî ya rayedaên Iraqê seredana wî welatîkiribû, di encama êrişa hewayî ya hêzên destdirêjker û terorîstên amerîkî nêzî balafirgeha Bexdayê, ligel Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên wî şehîd bû.