Reyîsî: Hilanîna tola şehîd Silêmanî bêveger e
Serokê Komara Islamî ya Îranê îro di kombûna berfire ya gelanî ya rêzgirtina li salvegera sisêyan a şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî ku li Nimêjgeha Imam Xumêynî (RE) a Têhranê hat lidarxistinê da, got: Hilanîna tola şehîd Silêmanî bêveger e.
Seyîd Ibrahîm Reyîsî di vê merasimê da herwiha got: Em şehîdê qedirgiran û qaremanê têkoşîna dijî terorîsm û zorbêjîya cîhanî bi bîr tînin û rêzê li bîreweîya wî digirin û silav li rihê wî yê mezin û bilind be û ez sipasîya gelê mezin û qareman ê Îranê nemaze ciwanan dikin ku di merasima biranîna qaremanê netewî wek xizmetkarê gel da pişikar bûn.
Serokê Komara Islamî ya Îranê ber bi Amerîkayê û dijminên Şoreşa Islamî va got: Çawan ku serdar Silêmanî himberî zilim, zêdexwazî, pozbilindî û serdestîxwazîya we sekinî û ``berxwedan`` li herêmê afirand, roja îro jî ciwanên evîndar ên me di bin sîya rihê bilind û mezin ê şehîd Silêmanî da yê heta dawîyê hibmerî we bisekinin.
Reyîsî amajeyî gotinên Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî û Fermandeyê Hêza Qudsê derbara hilanîna tola xwîna şehîd Silêmanî kir û pêgirî kir: Em dê ji xwîna şehîd Silêmanî derbas nebin û me xwîna wî ji bîr nekirîye û ji bîr nakin jî, bila serdestîxwaz bizanibin ku hilanîna tola şehîd Silêmanî bêveger e û em dê xwewê li fermander û pêkînerên terorkirna wî şehîdî biherimîn.
Serdarê sêpehbod, Qasim Silêmanî, Fermandê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şorişa Islamî, 3`ê Çilleya sala 2020`î di halekî da ku ser vexwendina fermî ya rayedaên Iraqê seredana wî welatî kiribû, ligel Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên wî di encama êrişa hewayî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerîkî da li nêzî balafirgeha Bexdayêda, hatin şehîdkirin.