Serleşker Vahidi: Em ê bersiveke bi dehşet bidin êrîşeke herî biçûk
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361408-serleşker_vahidi_em_ê_bersiveke_bi_dehşet_bidin_êrîşeke_herî_biçûk
Serfermandarê Sipaha Pasdaran dijmin hişyar kir: Ji şikestinên li dû hev dersan derxin, ma ne wê rastî derbeyên bi dehşet û bi êş ên Sipaha Pasdaran ve bên.
(last modified 2026-11-14T11:44:19+00:00 )
Tesrîn 14, 2026 10:15 Asia/Tehran
  • Serleşker Vahidi: Em ê bersiveke bi dehşet bidin êrîşeke herî biçûk

Serfermandarê Sipaha Pasdaran dijmin hişyar kir: Ji şikestinên li dû hev dersan derxin, ma ne wê rastî derbeyên bi dehşet û bi êş ên Sipaha Pasdaran ve bên.

 

Serleşker Ehmed Wehîdî, Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, li rex merasîma rakirina meytên paqij ên 350 şehîdên bê nav û nîşan ên serdema Berevaniya Pîroz an şerrê Îran û Iraqê hişyarî da dijmin û got: Ji şikestinên li dû hev dersan derxin, ma ne dersên mezintir di rê da ne.

Li gorî gotina Serfermandarê Sipaha Pasdaran, êrişa herî biçûk dê bi derbeyên bi dehşet û bi êş ve bên bersivdayîn. Hêjayî gotinê ye ku merasîma rakirina meytên paqij ên 350 şehîdên bê nav û nîşan ên serdema Berevaniya Pîroz an şerrê Îran û Iraqê, sibeha îro hevdemî salvegera şehadeta Hezreta Fatimeya Zehra(S) û Roja Şehîdê Bê Nav û Nîşan bi beşdarbûna berfireh a xelkê Tehranê û seranserê welêt, hat lidarxistin.