Sibat 26, 2026 19:36 Asia/Tehran
  • Rastbînî di muzakireyên navokî da sîyaseta sereke ya Îranê

Berdewambûna gerra sêyem a muzakireyên Îran u Amerîkayê jibo rakirina boykotên zalmane dijî gelê Îranê, rastbînîya desteya muzakireker a îranî nîşan dide.

Gerra sêyem a muzakireyên Îran u Amerîkayê di halekî da îro li Jênêva Swîsê hat lidarxistin ku berî vê civînê, Wezîrên karên Derve yên Îran u Ummanê wek mazûvan civîyabûn.

Wezareta Karên Derve ya Ummanê di daxûyanîyekê da amajeyî hevdîtina Bedir Bûseîdî u Ebbas Iraqçî kir u ragihand ku pêşnîyarên Îranê bi merema lihevkirina têkildarî bernama navokî ya Têhranê di vê civînê da hatin raberkirin. Bûseîdî pêgirî ser sozdarîya Ummanê jibo piştgirîya ji gotûbêjan bi merema bidestxistina rêçareyên bi dilê her du alîyan di muzakireyan da kir.

Dewra yekem a gerra sêyem a gotubêjên desteyên muzakireker ên Îran u Amerîkayê 2 saet u nîvan berdewam bûye. Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku desteya îranî bi amadebûneke tam di vê gerra muzakireyan da amade bûye u hazir e ku gotubêjna jibo dabînkirina berjewendîyên welêt bi ciddîbûneke tam bidomîne.

Wî herwiha got: Mijara muzakirê dosîya navokî ye. Helwesta me zelal e u me helwesta xwe him di warê rakirina boykotan da u him jî di warê maf u berjewendîyên navokî da ji alîyê ummanî ra ragihand. Bedir Bûseîdî Wezîrê Karên Deve yê Ummanê di nîveka muzakireyan da bi peyamekê ji rêya şebekeywa civakî ya Xê basa destpêşxerîyên dahênerane û erênî ji hêla alîyên muzakireker li Jênêvê kir.

 

Serepeyv